Nîvê parlamenterên Partiya Çepên Kesk jin in

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên parlamentoyê yên Tirkiyeyê, ji 63 parlamenterên Partiya Çepên Kesk 31 jin in.

Li gorî encamên nefermî, Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên parlamentoyê de ji sedî 9.33’ê dengan wergirtin û soza xwe ya ji bo nûnertiya wekhev bi cih anî.

Partiya Çepên Kesk di nûnertiya wekhev de gihîşt ji sedî 49'an û 31 jin kirin parlamenter. Partiya Çepên Kesk li 23 bajaran 63 wekîl bi dest xistine.


Mijarên Din