​​​​​​​Nîşaneya jinan wekî sembola Mîhrîcana Lêlûnê hate pejrandin

11 derhênerên jin ên sînemayê beşdarî Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî bûne. Nîşaneya jinan wekî sembola xelatên mîhrîcanê hate pejirandin.

Ji aliyê beşdarbûnê, derhêneriya sînemayê û fîlmên li rewşa jinan ve, derhênerên jin roleke girîng di çalakiyên Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî de lîst.

11 derhênerên jin beşdarî çalakiyên Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî bûn, ku 21`ê Îlonê dest pê kir û dê heta 27`ê Îlonê dewam bike. Jinan fîlmên li ser rewşa jinan û urf û adetên civakê ku li ser wan tên ferzkirin, nîşan dan.

Kesên li ser xebatên mîhrîcanê disekinin, hewl dan rola jinan derxînin pêş û nameyekê bidin civakê. Komîteya ku çavdêriya mîhrîcanê dike, peykerekî jinên Kurd çêkir û wekî sembola xelatên Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî pejirand.

Endama Komîteya Amadekar a çalakiyên Mîhrîcana Lêlûnê Zîlan Silêman îşaret bi rola jinan di derhêneriyê de kir û wiha got: "Birêxistinkirina mîhrîcanê li kampa ku bi hezaran koçber lê dimînin, cihê serbilindiyê ye. Ne hêsan e ku bi derfetên kêm mîhrîcaneke li ser asta navneteweyî bê lidarxistin."

Zîlanê wiha domand: "Şênî bi kelecaneke mezin li fîlmên mîhrîcanê temaşe dikin. Ev yek moralê dide me ku em karê xwe berdewam bikin."

11 Derhênerên Jin Fîlmên Xwe Pêşan Dan

Zîlanê bal kişand ser beşdarbûna jinan di mîhrîcanê de û got: "Li ser astê sînemayê, 11 derhênerên jin li ser asta Kurdistanê û cîhanê fîlmên xwe di Mîhrîcana Lêlûnê de pêşan dan. Her wiha fîlmên li ser rastiya jinan û qeydên ku civak li ser ferz dike û îradeya jinan, hatin pêşandan. Gelek fîlmên ku beşdarî mîhrîcanê bûne, xwedî wateyên girîng in. Her wiha fîlmên li ser urf û adetên civak li ser jinan ferz dike û fîlmên ku pirsgirêkên civakî yên bandorê li jinan dikin wekî berdan û zewacê, hatin pêşandan."

Zîlanê wiha lê zêde kir: "Mînak, fîlmê Sah ku dê di mîhrîcanê de bê pêşandan. Fîlm behsa îradeya jinan dike ku çawa dikare astengiyên civakê derbas bike û xewnên xwe pêk bîne."

Jin wekî sembola Mîhrîcana Lêlûnê hate pejirandin

Zîlan Silêman sedema hilbijartina sembola jinan wekî sembola Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî eşkere kir û wiha got: "Me sembola jinan ji bo xelatên mîhrîcanê pejirand, ji ber ku jin sembola xwedawendan e û ruh dide civakê. Ji ber vê yekê, me jin wekî sembola xelatên mîhrîcanê pejrand. Peykerê hatiye pejrandin, jineke ku cilên folklorî yên Efrînê li xwe kiriye û teşî di destê wê de ye. Sînema jî wekî teşiyeke wêneyan û dîmenan e ku tevlihev tên kirin. Li dora peyker şerîtê sînemayê hatiye gerandin û li ser "Lêlûn" hatiye nivîsîn."

Zîlan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Jin bi hemû rêbazan hewl dide xwe îspat bike. Wekî jinên Efrînê em îspat dikin ku em ji dijmin bi hêztir in. Dê hemû şêwazên dijmin ên şikandina vîna jinan bi bin kevin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din