‘Nêrînên Rêber Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye‘

Evîn Paşo anî ziman ku çareserkirina krîza li Rojhilata Navîn di nêrînên Rêber Abdullah Ocalan de pêkan e û got: "Nêrîna siyasî ya rêbertî ji  hemû pirsigêrkên Rojhilata Navîn re çareserî ye, ji ber vê yekê tecrîdek giran li dijî wî hatiye ferzkirin da ku ramanê wî tune bikin."

Desthilata Tirk ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan di sala 1999‘an de girtiye tecrîdeke giran li dijî wî ferz kiriye. Desthilata armanc dike ku gelê Kurd û fikrê neteweya demokratîk tune bike û nehêle aloziyên ku li Rojhilata Navîn rû didin, çareser bibin.

Rêber Ocalan di hevdîtinên xwe yên kêm de yên bi malbatê re gelek nêrîn û pêşniyar derbarê çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê de pêşniyar kir.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê di hevdîtinekê bi ANHA‘yê re got: "Gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna gelên cîhanê ji bo bighêje azadiya xwe li hemberî hemû kelem û pirsgirêkan tê dikoşe."

‘HEWLDAN TÊK ÇÛN, ÇARESERÎ LI CEM RÊBERTÎ YE‘              

Evîn Paşo destnîşan kir ku bi saya ramanê Rêber Abdullah Ocalan pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li gorî rêgeza biratiya gelan û wekheviyê dijîn û got: "Hewldanên Tirkiyê yên têkbirina fikir û felseya rêbertî têk çûn."

Evîn Paşo, bal kişand ser sedema ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî û wiha domand: "Dewleta Tirk ji fikirên Ocalan ditirse, ji ber ku bi pêkanîna fikirên wê dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi giştî û Tirkiyê û Sûriyê bi taybet werin çareserkirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixebite da ku Rojhilata Navîn bibe navenda nakokî û şeran, da ku armancên xwe yên vejandina dewleta Osmanî pêk bîne."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Hesekê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku rêbazên çareserkirina hemû krîz û nakokiyên li Rojhilata Navîn rû didin, bi taybet nakokiyên di navbera olan, pêkhate û netewan de li cem Rêber Abdullah Ocalan û got: "Dewletên derve berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn nexwazin, lê belê ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê dikin."

Evîn Paşo îşaret bi vê yekê kir ku "Rêbazên çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn di avakirina projeya neteweya demokratîk de pêkan e ya ku rêbertî di parêznameyên xwe de behs kiriye. Ev proje dê ji hemû doz û pirsgirêkên ku li ser jeografiya Rojhilata Navînrû didin bibe çareserkirin."

Evîn destnîşan kir ku pirsgirkên ku li Rojhilata Navîn çêdibin "Pirsgirkên çêkirî ne" ji aliyê dewletên derve ve hatine çêkirin da ku mudaxeleyî kar û barên herêmê bikin û herêmê serwer bikin. Evîn got: "Ji bo ev pirsgirêk derbas bibin divê hemû pêkhate  û ol ên li herêmê yek bin."

‘NÊRÎNA SIYAÎ YA RÊBERTÎ SEDEMA GIRANKIRINA TECRÎDÊ YE‘

Evîn Paşo diyar kir ku  ji ber nêrîna siyasî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye tecrîda girankirî ye li dijî wî hatiye ferzkirin, armanca tecrîdê tunekirina ramanê rêbertî ye.

Endama Koordînasyona Koongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî parçeyên Kurdistanê kir ku ji îradeya ku rêbertî daye wan bawer bin û ev tişt bi lêv kir: "Em ê li hemberî dijimin li ber xwe bidin û serî hildan, ta dîwarê girtîgeha Îmraliyê bişkînin û rêbertî azad bikin."

ANHA


Mijarên Din