​​​​​​​Nûra Hamid: Rizgarkirina Minbicê destpêka damezirandina projeya demokratîk bû

Cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, diyar kir ku rizgarkirina Minbicê destpêka damezirandina projeya demokratîk li deverên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bû.

 15’ê Tebaxê salvegera 6’emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji DAIŞ’ê, ji aliyê Meclisa Leşlerî ya Minbicê ve ye.

 Der barê vê yekê de, cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, Nûra Hamid anî ziman ku rizgarkirina Minbicê li ser asta cîhanê serkeftinek bû, piştre wê jî Tebqa û Reqa heta Baxozê hatin rizgarkirin ku navenda dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê bû.

Mûra Hamid got, 15’ê Tebaxê ji bo pêkhateyên Minbic û gundewarê wê wek hilhatine rojeke bû ku tê de bajar kirasê reş ji xwe kir û xwe bi rengên şahiyê xemiland.

 Nûra Hamid wiha domand: “Rizgarkirina Minbicê, teror, alîgir û hevkarên wan li herêmê têk bir. Gava Minbic rizgar bû alîkarî ji ser çeteyan qut bû. Ev jî nîşan dide ku DAIŞ bi temamî têk çû. Piştî rizgarkirina bajêr û ji nû ve avakirina wê hemû planên Tirkiyê têk çûn.”

Nûra Hamid îşaret pê kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina Minbicê de beşdar bûn. Her wiha şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe di rizgarkirina deverên din wek Reqa, Tebqa û Dêrazorê de cih girt û li wir şehîd bûn û diyar kir ku rizgarkirina Minbicê bû destpêka damezirandina projeya demokratîk  li deverên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

 Nûra Hamid diyar kir ku ku rizgarkirina Minbicê bingeha damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, avakirina rêveberiyan, saziyên leşkerî û sivîl û têkbirina xeyalên çeteyên DAIŞ’ê bû.

 Her wiha anî ziman ku

 Minbic tevneke civakî ya pirreng dihewîne ku tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin siya projeya neteweya demokratîk de dijîn.

Di dawiya axaftina xwe de cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra Hamid wiha got: “Wek em dizanin, berê li vî bajarî qet demokratî tune bû. Jin û pêkhate hatibûn paşguhkirin. Lê piştî rizgarkirina bajêr, fikrê demokratîk di nav pêkhateyên wê de belav bû û bandoreke wê ya mezin di sepandina demokratiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebû.”

(mh)

ANHA


Mijarên Din