Rojnameya Îsraîlê hevdîtina di navbera qralê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu de piştrast kir û bi bîr xist ku Netenyahu li bajarê Siûdiyê yê Neom ê li perava Deryaya Sor bi Mihemed Bîn Selman re civiyaye.
Di civînê de sekreterê leşkerî Avi Bluth, serokê Mossadê Yossi Cohen û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî beşdar bûn.
Rojnameya Îsraîlê destnîşan kir ku di civînê de behsa peymana çekan û normalîzekirina têkiliyên di navbera Îsraîl û Siûdiyê de hate kirin, lê bi şertê ku peymana çekên Siûdiyê ku balafirên F-35 jî di nav de ye, erê bike. Heman peyman ji bo DYA`yê û Îmaratê jî derbasdar e.
(eh)