Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kudistanê banga alîkariya koçberên kir

Ji ber qedexeya derketina derve rewşa koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, dijwar e. Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a Başûrê Kurdistanê banga alîkariya koçberan kir.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî rewşa koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û bandora vîrusa koronayê li ser wan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Seranserê cîhanê bi xetereya Covid-19 re rû bi rû ne û ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ve wekî karaseteke jiyana bi hezaran mirov dixe xetereyê û bi milyonan kes pabendî qedexeya derketina derve dike, hatiye binavkirin.

Hikumetên dewletên zilhêz azara sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê dikişînin, her wiha rêxistinên tenduristiyê yên tevahiya dewletan zehmetiya kontrolkirina vê trajediya xeternak dikişînin, li gel vê yekê heke ev rewş berdewam bike dê bandora wê li seranserê cîhanê bi giştî û bi taybet li dewlet, rêxistinên tenduristiyê û destekdayîna civakî ya lawaz re cihê mixabiniyê be.

KOÇBERÊN LI BAŞÛR ZOR Û ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN

Li milekî din bandorên belavbûna vîrusê li gelek dewletan din jî derdikeve hole, ji ber welatiyan mecbûrî malê dikin û ev yek jî bandorê li debarê dike, ji wan welatiyan jî koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li herêma Kurdistana Iraqê bi cih bûne. Di demeke wiha de ku qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin û pêdivî bi xweparastina ji belavbûna vîrusa Koronayê heye, karker kar û jêdera rizqê xwe winda dikin û ev yek jî bandorê li debara rojane dike, di vir de rewşeke mirovî derdikeve holê û pêwîstî bi destwerdana lezgîn çêdibe.

BANGA LI HIKUMETA BAŞÛR

Li esasê vê em wek Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Kurdistana Iraqê bang li rêxistinên mirovî, hikumeta herêma Iraqê û hemû aliyên peywendîdar dikin ku alîkariya koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û bi erka xwe ya mirovî û exlaqî beramberî vê karesatê rabin. Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de ev bobelat bi dawî bibe."

(eh)

ANHA


Mijarên Din