​​​​​​​Nûnertiya Kongra Star li Silêmaniyê li gel rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê civiya

Îro çarşemê şandiyeke nûnertiya Kongra Star a başûrê Kurdistanê li gel Weqfa Jinan a Kurdistanê-Iraq şaxê Silêmaniyê û jinên Partiya Komunîst a Kurdistanê li navenda partiyê li Silêmaniyê, hevdîtinek pêk anî.

Şande ji nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Lêman Şiwêş û endama Desteya Rêveber a nûnertiyê Silava Silêman pêk hat. Şande ji aliyê endama Partiya Komunîst a Kurdistanê dayika Berçem û endama Weqfa Jinan a Kurdistanê Şilêr Ebdulmecîd ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa sîstema Kongra Star û rêbaza birêxistinkirina jinan tê de û perwerdekirina wê di aliyên siyasî, dîplomasî, rêveberî û parastinê de hat kirin. Beşdaran teqezî bi girîngiya pêşxistina têkiliyên bi tevger û rêxistinên jinan re li ser asta Kurdistanê hat kirin. Der barê sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina pêkhateyên herêmê de nîqaş hatin kirin.

Her du aliyan îşaret bi girîngiya rola jinan û yekkirina helwesta jinan. Her wiha teqezî bi girîngiya pêşxistin û sepandina têkiliyan û pêşxistina xebatên hevbeş bi şêwazekê ku sûdê li doza jinan dike.

(mh)

ANHA


Mijarên Din