Nîlûfer Koç: Kurd ketine qonaxa bi destxistina statûyê-SERERASTKİRİN

Nîlûfer Koç, navbenkariya dewletan ji bo yekîtiya Kurdan weke encama siyaseta sedsala 21’an a nakokî û têkilî bi hevre pênase kir û got kurd ketine qonaxa statû girtinê.

25 partî û tevgerên siyasî yên Rojava bi navê ‘Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd’, sîwaneke siyasî bi armanca yekkirina refa kurdî ava kirin. Lê li dijî hewildan û xebatên ava kirina yekitiyê dewleta Tirk a dagirker ji bo nepêkanîn û astnekirine wekî her dem di nav planên qirêj de ye.

Endama Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û berdevka Komîteya Dîplomasî Nîlûfer Koç ji bo vê gava dîrokî got: “Êdî Kurd ketina qonaxa serkeftina statû yê.” 

Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê li dijî Başûr, Bakur û Rojava di nava êrîşekî de ye û bi van êrîşan dixwaze qirkirina kurdan bi dawî bike.

Nilûfer Koç di derbarê van êriş û sûcên dewleta Tirk li ser Kurdistanê  got: “Li Bakurê Kurdistanê komkujiya siyasî û çandî pêktîne ku hêzên rêxistina berxwedaniyê dikin wekî şaredarî, partiyên siyasî tasfiyê dike. Hêzên pêşeng çarçoveya daxwaza gel berxwedaniyê de pêşengtî dikin tên hedefgirtin ev jî komkujiya siyasî ye. Di girtîgehan de bi belavkirina virûsa korona re ne rizgarkirina girtiyên nexweş bi komkujiyê pêk tîne. Her wiha êdî ne tenê li dijî Kurdên zindî li dijî hestiyên Kurdan jî şer dikin.

Hemû kiryar û konsepta dewleta Tirk, têkbirina Bakûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê planên ku di salên 90 de li pêşxistin niha hewldidin bibin serî. Li Başûr li gel 25 barargahên leşkeri, hema bibêje li hemû bajarên jî navendên îstîxbarata tirk hene. Bi derxistina nakokiyan di navbera hêzên Kurdan de taybet li Zînî Wertê dixwazê Kurdan beramberî hev bîne da ku binesaziya ji bo dagirkeriyê avabike.

Li Rojava piştî têkbirina DAIŞ’ê siyaseta perçekirin-dagirkirin daye destpê kirin. Bi dagirkirina Efrînê destpê kir û bi Girê Spî, Serêkaniyê re berdewam kirin.”

‘KRÎZA SÛRIYÊ BÊ KURDAN ÇARESER NABE’

Nilûfer Koç destnîşan kir ku ji ber ku îro deskeftiyên Kurdan hene dikarin bibin mûxatab û wiha domkir: “Dewleta Tirk dibînê di gûhertina Rojhilata Navîn de Kurd êdî xwedî dengin û hebûna Kurdan diyar bû ye. Berxwedaniya li dijî DAIŞ û avakirina modela demokratîk bala hemû cîhanê kişand. Îmaja Kurdan di asta cîhanê de erênî ye. Heya niha dewleta Tirk di got ‘Kurd dixwazin sînoran bigûherin’ lê çareseriya demokratîk ku Kurdan pêş xist hem Rojava hem jî çareseriya federal ya Başûrê Kurdistanê de diyar bû ku îddaya Tirkan ne rast e. Hebûna Kurdan ya diyarker ji bo dewleta Tirk pirsgirêk e. Ji ber Kurd êdî xwedî hêzin. Modela Rojava dewleta Tirk dide tirsandin. Herkesê ku pêywendiyên xwe bi krîza Sûriyê re heye neçare li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurdan muxatap bigre. Ji ber ku bê Kurd çareserî ne mimkûn e.”

SIYASETA DEWLETAN YA SEDSALA 21’MÎN: NAKOKÎ-TÊKİLİYE

Nilûfer Koç, navbeynakariya hêzên ku li Rojava’ye Kurdistanê ji bo pêkanîna yekitiya netewî dikin de jî wiha axivî: “Bi Kurdan re raste rast muxatapbûyîna van hêzan di aliye dîplomasî de binesaziya fermiyetê ava dike. Ev girînge. Dive em vê xûrt bikin. Ev dewlet diyare wekî sedsala 20’an yan jî destpêka salên 90’dî siyaseta ku li Başûrê Kurdistan pêk anîn nikarin li Rojava ye Kurdistanê pêk bînin. Lê di heman deme de naxwazin em daxwazên xwe jî zêde bînin ziman.

Ez bawerim di hevdîtinên yekitiyê de mijara Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî di rojeve de ye. Yên ku ji bo dagirkeriyê alikarî dan dewleta Tirk niha jî ji bo yekitiyê navbenkariyê dikin. Siyaseta sedsala 21’mîn ku carna pêvçûn û carna jî lihevhatin diyar dike. Ev dewlet carna ji bo Kurdan ku argûmanê xwe bidin qebûlkirin dewleta Tirk wekî şûr bi kar tînin. Dîsa jî di encama serkeftina Kurdane de ev hêz bûne navbenkar. Ev dewlet mecbûrî Kurdan e.”

LI ROJAVA QONAXA NÛ

Nilûfer Koç, qonaxa xebatên yekitiyê, hevdîtin girîng û hestiyar pênasê kir û got: “Piştî Başûrê Kurdistan perçeyê dûyemîn Rojava’yê Kurdistan dikeve qonaxa destxistina statûyê ku ev qonax gelekî qirîtik û hestiyar e. Dive em bizanibin ku di rewşeke wiha girîng de dewleta Tirk a dagirker wê êrişê xwe zêdetir bike. Hêza ku dewleta Tirk bide sekinandin xûrtkirina dîplomasiya navdewletî lê beriya wê jî hêza herî esasî avakirina yekitiya di nav Kurdan e. Hêzên ku beşdarî nîqaşên yekitiyê dibin pozîsyona xwe digûherin ku ev mijara dayînstandinê ye û di nav de hesabê herkesî he ye. ENKS jî mecbûre pozîsyona xwe bigûherînê û têkevin qonaxeke nû. Dibe ku di nav wan de nakokî jî çê bibin.

Dewletên wekî Emerîka, Rûsya û Fransa ku bi Kurdan re dibin muxatap êdî ev di belgeyên siyasî de derbasî raporên dewleta dibin. Kurd ketine qonaxa serkeftina statûyê. Netewa ku sedsala 20’an de dihat înkar kirin di sedsala 21’mîn de hatiye asta qebûlkirina siyasî, heremî û gerdûnî. Yekitiya Netewî ya Kurdan wê serkeftina hemû pêkhateyan bê. Gelê cîhanê ji bo ya sîstema Netewa Demokratîk daxwaz dikin. Îro pêşengtiya wê li Rojhilata Navîn Kurd dikin. Êdî cîhan ji Kurdan xwedî bendewariyeke cüda ne. Dewlet her çiqas bi siyaseta perçekirinê û rêvebirinê de israr bikin jî êdî ev wusa hesan pêk naye. Ji ber ku Kurd bi hêzin. Dewleta Tirk a dagirker derveyî şer û siyaseta komkujî dixwazê bi şewazekî hêzan li dijî hev bîne û bi vî şeklî bi serbikeve. Tişte ku li Zînî Wertê dibe jî ev e.”

BANDORA SERKEFTINA YEKITIYÊ LI SER SÊ PERÇEYÊN DIN

Nîqaşên yekitiyê li Rojava’yê Kurdistanê her sê perçeyên din jî eleqadar dike û serkeftina li Rojava wê barê perçeyên din hesantir bike. Nilûfer Koç, diyar kir ku wê ev serkeftin rê ji bo zîndîbûna siyaseta Bakurê Kurdistanê vekê û got: “Wê Başûrê Kurdistanê ji bin zexta dewleta Tirk derxînê, ji bo Îran jî pêyamekê bide. Piştî ku mijara Sûriyê ket qonaxa siyasî, di esas de Emerîka li ser Iraqê xwe ji bo êrişî Îranê bike amade dike. Ji bo wê Emerîka rê dide dewleta Tirk ku Başûrê Kurdistanê bombardiman bike. Şerê Îran û Emerîka zedetir wê li Iraqê rû bide. Di vê pêvajoya nîqaşên hevdîtênên yekitiyê de Emerîka wê bixwazê zêdetir rol bilîzê. Ji ber ku meha Mijdarê li Emerîka hilbijartinên serokatiyê hene û rewşa Emerîka di siyasetê de nebaş e. Ne di mijara Iraq, xeta Asya, Efrîqa, Lîbya, Efqanîstan û ne jî Filistîn-Îsraîl de siyaseta wan encam girt. Tenê dikarê li Sûriyê encam bigre. Hilbijartina Trump hinek girêdayî rewşa Sûriyê ye. Di siyaseta Emerîka de siyaseta derve girîng e. Piştî hilbijartinê îhtîmaleke mezin şerê Îran destpê bikin.”

XETERIYA MAYÎNDEKIRINA TIRKAN WARÊN DAGIRKIRÎ DE HEYE

Nilûfer Koç anî ziman ku erkê KNK serkeftina yekitiyê yê ye ku di hevditinan de jî yekser cih digrin û got: “Endamên ku Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Kurd de cih digrin piraniya wan endamê KNK ne û tecrûbêyên wan dikevin xizmeta yekitiyê.  KNK bi rêya endamê xwe di nav nîqaşan de ye. Hemû partî bi nêrîn û ezmûnên xwe yên dîrokî dikarin vê pêvajoyê xûrtir bikin. Dive mijara Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derveyî nîqaşan neye girtin. Îhtîmal heye ku di aliyekî Kurdan bînin gel hev, nevbeynkarî bikin û di aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker razî bikin. Li Rojava bajarên hatine dagirkirin de statûyeke fîîlî ji bo dewleta Tirk çê bikin. Çawa li Başûr dewleta Tirk bi cih kirin dibe kul i wir jî heman tiştî bikin. Dive di aliye dîplomasî de ev baş were dîtin û tawîz ji dewleta Tirk a dagirker naye dayîn.”

ANHA


Mijarên Din