Niyaz Hamîd: Dê qeyran li her derê belav bibe

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku qeyrana li Sûriyê rû dida derbasî Iraq û Îran jî bû, êdî ev qeyran dê derbasî Rojhilata Navîn giştî bibe û got “Heya ev qeyran bi demokrasiyeke durist çareser nebe, îstîfayên tên kirin jî cihê xwe nagirin ku pêwîstiya guhertina sîstemê heye.”

Pisporê Rojhilata Navîn ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd li ser qeyrana Iraq û Îranê anî ziman ku dijberiya gelan li dijî sîstema heyî zêdetir dibe.

Niyaz Hemîd diyar kir ku qeyrana ku niha li Iraqê rû dide bingehekê wê heye û got: “Pişti 2003’yan ku wek projeya azadiyê ya Iraqê dihat binavkirin û Amerîka rejîma Baas ya Sedam Hisên ji holê rakir û dixwestin sîstemek li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Lê hemû dewletên ku nûnertiya dewleta neteweperestî û îslamî-siyasî dikirin nedixwestin ev dewlet çêbe û destê xwe xistin nav Iraqê. Gelek komên çete derbas  kirin û şerê mezhebî çêkirin. Di 2005’an de şerê mezhebî (şîa-sûnî) dan destpêkirin û komên çete wek El-Qaîde û DAIŞ’ê ava kirin. Di sala 2011’an de serokê Amerîkayê Barack Obama biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê da. Dema hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişiyan û valatiyek mezin çêbû, piştî vê di sala 2014’an de dewleta Tirk a dagirker DAIŞ çêkir û Îran jî ji vê valahiyê sûd wergirt û ket nav hikumeta Iraqê. Şerê di navbera şîe û suneyan de heta 2018’an berdewam kir. Kurdê klasîk dikarîbûn hewldanên çareseriyê li Iraqê çêkin, lê li şuna vî bi Tirkiye û Îranê re ketin nava hewldanan û di çareseriyê de rol neleyîstin.”

‘DESTWERDANA TIRKIYE Û ÎRANÊ GEL GIHAND VÊ ASTÊ’

Hamîd destnîşan kir ku ew sîstema lewaz û gendelî nebû bersiva gel û got: “Piştî ku DAIŞ li Iraqê xilas bû lihevhatinek di navbera Erdogan û Ayetullah Elî Xaminey de li dijî Amerîka û Rojavayê Kurdistanê çêbû, lê nekarîn ji bo xwestekên gelê herêmê bibin bersiv. Gelê Iraqê êdî zanin ev nikarin pirsgirêkên xizaniyê çareser bikin. Hinek alî bûn milyarder û di nava gel de jî xîzanî belav bû. Gel razî nebû û neçar man ku dest bi serhildanan bikin. Niha serhildana dest pê kiriye, ew serhildêrên li Besra û Bexdayê dixwazin hem serokê hikumetê û hem jî sîstemê biguherin. Destwerdana Tirkiye û Îranê gel gihand wê astê ku çareserî li gel wan nema.”

‘ÎSTÎFAYA EBDULMEHDÎ TÊRÊ NAKE’

Hamîd bal kişand ser îstîfaya Adil Ebdulmehdî û got: “Ev îstifa têrî nake, ji ber ku sîstema niha ne li gorî daxwaza gel e. Gel dixwaze hikumet hemû îstîfa bike û ew partiyên ku girêdayî Tirkiye û Îranê nemînin. Gelê şoreşger yê Iraqê dixwaze sîstemeke modern û gel ava bikin. Ji bo wê îstîfakirina Adil Ebdulmehdî nayê wê wateyê ku serhildêr biçin mala xwe. Ji ber ku wan bi sedan şehîd û birîndar dane û gel ne tenê ji bo îstîfakirina Adil Ebdulmehdî dest bi serhildanê kiriye. Ew dixwazin niha Adil Ebdulmehdî bê dadgehkirin û ew sîstema ku ji sala 2003’yan ve ji Kurd, şîe û sune pêk hatiye, li ser desthilatê nemîne.”

‘KRÎZA ÎRANÊ JÎ HEMAN KRÎZA SÎSTEMÊ YE’

Krîza li Îranê jî Hamîd di nirxandinên xwe de bal kişand ser krîza ku ev demeke li îranê jî ru daye û heman pênaseya ku ji bo ıraqê kiribu ji bo îranê jî kir. Hamîd di derbarê sîstema îranê de jî got ku ev sîstem jî nunertiya sîstema taîfî, îslamî dike.

Hamîd di nirxandinê xwe yê li ser îranê de wiha got: “Ji bo vê nikarin bersiva daxwaza gel bidin û her nakokiyên wan zêde dibin. Îran her çend bi rêya şîdetê dengê azadîxwazên gelên Îranê bibire jî, lê gel dîsa jî dev ji kolanên xwe berneda û berxwedana xwe berdewam dikin. Ew ambargoya ku Amerîka daniye ser Îranê nakokî zêdetir kirine û gel hejar kiriye. Ew sîstema siyasî, îslamî wisa kiriye ku nikare êdî bersiva daxwazên gel bide. Ew ambargoya ku li Îranê heye Amerîka girantir dike da ku gel derkeve serhildanê û bikarin vê sîstemê biguherin.”

‘ÊDÎ DIJBERIYA SÎSTEMA HEYÎ ZÊDETIR MEZIN DIBE’

Hamîd anî ziman ku sîstema li ser bingehê qewmî, îslamî siyasî nikare bersiv bide daxwazên gelan, niha li Tirkiye jî heman krîz heye û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Li Tirkiyê sîstema siyasî, netewperestî û ixwanî heye. Li Îranê jî sîstema wîlayeta feqî ku bingehê îslama siyasi ye û ev jî ji krîzê re nikarin çareserî peyda bikin. Ev nikarin bibin bersiva gelê Îran û Tirkiyê. Azadî û mafê mirovan li Tirkiye û Îranê nîne. Ji bo wê li Rojhilata Navîn ew sîstema ku li ser bingehê qewmî, şovînî û li ser bingehê îslama siyasî nikare bersiva çareseriya pirsgirêk û nakokiyên di nav civakê de bide. Ji ber wê çendê gel hertim liser lingane. Tirkiye û Îran herdu jî dewletên di nav şer de ne û dixwazin coxrafya di bin destê xwe de mezin bikin û terorê derbazi her çar aliyên derdora xwe bikin.”

‘PIŞTEVANIYA TERORÊ KRÎZAN ZÊDETIR DIKE’

Hamîd diyar kir ku rejîmên deshilatdar her piştevaniya terorê dikin ku ev dibe sedema neçareseriyê krîzan û got: “Hemû nuqteyên hevbeş ên di navbera ew sîstema li Rojhilata Navîn dewleta neteweyî li ser bingeha îslama siyasî çêbûne û nikarin ji bo gel bibine bersiv.

Di sala 2007 û 2008’an de Sûriye navenda çeteyan bu û ji wir çeteyan dişandin Iraqê. Tirkiye, Îran, Sûriye û Siudî ku hemû ew dewletên kevneperest, qewmî û şovenîstin dixwestin dewleta Iraqê çênebe. Ji her derê çete şandin Iraqê. Bi vî şeklî ew metirsiya ku beriya 1400 salan dinava şîe û suniyan da heye disa zindî kirin û bu şerê navxweyî. Qeyrana Sûriyê êdî derbasî Iraq, Îranê bû û wê ev qeyran li Rojhilata Navîn bi gîştî belav bibe.”

‘DESTÛRÊN TIRKIYE, ÎRAN Û SÛRIYÊ DESTÛRÊN ŞOVENÎ NE’

Hamîd behsa destûra Iraqê jî kir ku ev destûr di navbera her çar dewletên dagirker ên Kurdistanê de baştirîn destûre ku mafê gelê Kurd tê da heye û got: “Destûra Tirkiye, Îran û Sûriyê destûrên şovenine. Ew serhildan û şoreşa gelan a ku li Iraqê heye ji di heman demê de tevlîheviya Tirkiyê û Îranê ye. Dixwazin vê destûrê ji holê rakin û destûrek ku mafê gelê Kurd tê de nebe bidin avakirin.”

Hamîd ji bo çareseriya van krîzan jî balkişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û got: “Dive yekitî çêbe û ev yekitiya gelê Kurd bibe pêşeng ji bo çêbûna yekitiya gelên din.”

ANHA


Mijarên Din