​​​​​​​Nivîskarekî Lubnanî hişyarî da: Hemû îhtimal pêkan in

Lubnan niha di mercên aborî û siyasî yên zehmet re derbas dibe, nexasim piştî teqîna bihêz a li perava Beyrûtê. Nivîskarê siyasî yê Lubnanê Qasim Qisêr hişyarî da ku hemû îhtimal pêkan in û got: "Metirsî hene ku di qonaxa bê de pêşketinên ewlehî û leşkerî çêbin."

Gelek komele û rêxistinên sivîl bang li welatiyên Lubnanê kirin ku roja şemiyê di saet 4`an de li Qada Şehîdan a navrasta Beyrûtê kom bibin, da ku daxwaza hesabxwestina ji rayedarên berpirsên kerasetê û istîfakirina hikumetê û serokê komarê bikin.

Li ser wê yekê, roja şemiyê xwepêşandêrên bi hêrs bi ser avahiya wezareta derve ya li herêma Eşrefiyê ya navrasta paytextê de girtin û dirûşmeya "Beyrût bê çek e" hildan. Xwepêşandêr gefa befirehkirina tevgerên xwe dixwin.

Girêdayî mijarê, nivîskarê siyasî yê Lubnanê Qasim Qisêr wiha ji ANHA`yê re axivî û got: "Rewşa Lubnanê pir xeternak e, nexasim piştî keraseta mezin a li perava Beyrûtê û wendahiyên madî, manewî, canî, diravî û aborî."

Qisêr destnîşan kir ku: "Heta niha sedemên rastîn nehatine zanîn. Komîteyeke lêpirsînê ya fermî hate avakirin û em li benda lêpirsînê ne. Dibe ku hemû îhtimal rast bin. Di dema pêş de metirsî ji pêşketinên ewlehî û leşkerî hene."

Nivîskarê siyasî yê Lubnanê wiha lê zêde kir: "Ji derveyî lêpirsînê, niha ya girîng peydakirina alîkariyên mirovî, civakî, aborî û çareserkirina bandorên vê kerasetê ye. Hin alî daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî dikin, dê ev yek şerekî siyasî yê nû li Lubnanê bi xwe re bîne."

Qisêr da zanîn ku hin alî jî însyatîfên girêdayî bêçekirina Hizbullahê pêşkêş dikin, ku dê ew yek pirsgirêkên hundirîn derbixe. Her wiha piştrast kir ku pêwîstiya Beyrûtê bi piştevaniyeke lezgîn ji bo çareserkirina aloziyên cuda û hevgirtineke hundirîn û erebî, heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Lubnanê 4 wezîran îstifa kir, di civîna roja Dûşemê lidar ket de, biryara îstifaya komî derket.

(cx)

ANHA


Mijarên Din