Nivîskarê sûrî yê muxalîf: Armanca MSD’ê nîştimanî ye

Nivîskar û nûçegihanê sûrî yê muxalîf Elaa El-Xetîb bal kişand ser keda MSD’ê ya lidarxistina kongreya nîştimanî ya berfireh a opozîsyona Sûriyê û got "Armanca MSD’ê nîştimanî ye û Sûriyê bi giştî digire nava xwe."

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di nava rêzewerşeyên xebata li derve de bi blokên siyasî û hêzên opozîsyonê yên derve lidarxistina kongreya hêzên opozîsyona nîştimanî ya Sûriyê ya demokratîk û ji wê jî zêdetir nîqaşa li ser belgeya ku ji komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya 3’yemîn a li Kobanê di Adarê de li dar ketiye, pêşniyar kirin. Werşeya dawîn jî li paytexta Awisturyayê Viyanayê di rojên 12 û 13’ê Tîrmehê de bû û tê de zêdetirî 25 kesayetên ji blokên siyasî û opozîsyona Sûriyê beşdar bûn.

Di vê çarçoveya de, nivîskar û nûçegihanê sûrî yê muxalîf Elaa El-Xetîb ku beşdarî werşeya xebatê ya li Viyanayê bûye, îşaret pê kir ku werşe şanseke baş bû ku siyaseta MSD’ê û modela Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nêz ve bên fehmkirin û wiha da zanîn: "Ev model a serkeftî ye bi hevrûkirina bi rewşên tund ên li Sûriyê re."

Elaa El-Xetîb daxuyand ku keda ku MSD dide, hêjayî şopandinê ye û wiha pê de çû: "Ji ber armanca meclisê armanca nîştimanî ya Sûriyê bi giştî ye."

‘Çareserî bi rêya dewletên xwedî nakokî yên li Sûriyê ne pêkan e’

El-Xetîb anî ziman ku çarenûsa Sûriyê niha bi nakokiyên dewletên ku destwerdana Sûriyê dikin ve girêdayî ye û wiha axivî: "Li gel berjewendiyên van dewletan hê nakok û girêkok in, berovajî hê zêdetir dibe, çareserî bi rêya diyalogên bi sponseriya van dewletan tu encamên aram nadin û tundî, dizîn, wêrankirin û îşkenceya rojane ya sûriyan nasekine."

Di dawiyê de nivîskar û nûçegihan Elaa El-Xetîb bal kişand ser pêwîstiya vegera gelê Sûriyê û alîkariya wan li derve ji rewşên dijberbûnê û belavbûnê de di navbera tevlêbûnên wan ên etnîk, neteweyî û siyasî de û hewldana beşdarbûna nêrîna giştî ya sûriyan a zana di berjewendiyên welat de.

(fr)

ANHA


Mijarên Din