Nivîskarê misrî: Her wekî komplo bi bin ket, dê êrîşên Tirkiyê jî bi bin bikevin

Têkildarî komploya li ser rêber Abdullah Ocalan nivîskarê ji Misrê Mihsin Awedellah got her wekî komploya li ser Ocalan têk çû, dê komployên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk biçin.

Îro 21`mîn salvegera komloya derketina rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyê ye. Ev jî ji ber ku Sûriye nexwasim ji aliyê Tirkiyê ve rastî fişaran hat û moşek li seranserî sînor bi cih kirin û gefa derbeyê lê xwar, pêk hat.

Rêber Ocalan piştî komployê wiha gotibû: "Di 15`ê Sibata 1999`an de min komploya navdewletî ya têkildarî derketina min ji Sûriyê û birina Tirkiyê, bûyereke kevneşopî ya desthilata serwer dît. Jînenîgariya min a di 9`ê Cotmeha 1998`an de, dema ez ji Sûriyê derxistim û ez derbasî Atînayê kirim, dest pê kir. Bi Rûsya û Îtalyayê re berdewam kir, her wiha careke din ez neçarî vegera li Rûsya û Yewnanistanê kirim, paşê ez revandim Kenyayê. Sedema binavkirina min ji rêzebûyeran ew e ku 4 dewlet bi komployeke navdewletî rabûn, ev jî lîstokên siyasî û berjewendiyên aborî ne, di gel xiyanet û tundiyê jî."   

Têkildarî komploya navdewletî ya li ser rêber Ocalan nivîskar û rojnemevanê misrî Mihsin Awedellah diyar kir ku dema ku komplo li ser rêber Ocalan pêk hat, lûtkeya bindestiya li herêmê nîşan dida û wiha pê de çû: "Rewş ji bo rejîmên nedemokrat, ên ku xêr û bêra vî welatî serwer dikirin, asayî bû. Lê derketina fikrên rêber Ocalan ên rizgariyê, ne tenê ji Tirkiyê re nerehetî dianî, ji hemû dewletên tevî komploya navdewletî bûn re nerehetî bû. Ji ber vê yekê hewl dan dengê muxalîfan bibirin û alîgirên fikrên rizgarîxwez tune bikin."

Mihsin Awedallah destnîşan kir ku nikarin bibêjin komplo tenê li ser rêber Ocalan e, di heman demê de li ser fikrên wî ye jî, ji ber ku fikrekî azadîxwez e, ne fikrekî serokatiyeke fermî û serweriya desthilatê ye.

Awedallah got rêber Ocalan di projeya xwe de bi ser ketiye û di mêjiyê gelê Kurd de çand û bi vê yekê ji êşa bindestiya gelê Kurd a bi salan re bû bersiv.

Têkildarî têkçûna komploya navdewletî ya li ser rêber Ocalan Mihsin Awedellah got: "Teqez bi ser neketiye, lê mirov dikare bibêje ku komplo destek da belavkirina doza Ocalan, doza kurdî û naskirina fikrê rêbertî. Em jî niha dîbînin ku fikrên Ocalan derbasî cîhanê bûne û li Ewropayê xwepêşandan li ser banga vê yekê li dar dikevin. Nîşana vê yekê di projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê ye.”

Mihsin Awedallah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku komplo ne ji êrîşên Tirkiyê yên nêz cudatir e û got: “Wekî ku komplo bi ser neket, dê êrîşên nêz ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk biçin û Erdogan nikare demografiya herêmê biguherîne, her wiha nikare ronahiya Rêveberiya Xweser temirîne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din