Nivîskarê iraqî: Ocalan têkoşerê Rojhilata Navîn e û divê were berdan

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şimxî Cebir piştrast kir ku rêber Ocalan têkoşerê Rojhilata Navîn e û projeya wî aştiyê ji tevahî gelan re mîsoger dike û divê serbest were berdan.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku agir bi girava Îmraliyê ku rêber Ocalan tê de girtî ye, ketiye.

Girêdayî mijarê nivîskar û rojnamevanê ji Iraqê Şimxî Cebir ev tişt got: "Ez destekê didim têkoşer Abdullah Ocalan û divê serbest were berdan."

Nivîskarê iraqî diyar kir ku têkoşer Ocalan têkoşerê Rojhilata Navîn e û hemû kesên azadîxwaz li herêmê destekê didin wî û wiha domand: "Ew xwediyê projeya aştiyê ye ku aştî û jiyana azad ji tevahî gelan re mîsoger dike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din