Nivîsgeha Tenduristî ya Reqayê parastina tenduristiya giştî ya şêniyan dewam dike

Nivîsgeha Tenduristiyê (beşa laboratorê) ya Şaredariya Gel a Reqayê keşfên laboratorê dewam dike, da ku parastina tenduristiya giştî ya şêniyan bike, di heman demê de jî Nivîsgeha Jîngehê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebata vekirina laboratorê bi armanca sînordarkirina wê ji qirêjiyê dike.

Laboratora navendî ya nivîsgeha tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Reqayê xebatên li ser keşfên laboratîr û testên li ser madeyên xwarin, madeyên endustirî û xwarinên zarokên yên li sûkên Reqayê berdewam dike. Ew jî bi rêya bernameya xebata meydanî ya parastina tenduristiya giştî ya şêniyan ji madeyên bipenceşêr û jehrê ye ku derbasî gelek çêkirinan bûye.

Piştî birina testên bêserûber ji sûkan, li ser du pêvajoyên mikrob û kîmawî tên lêkolînkirin. Da ku bikaranîna wê ji bo mirovan bê piştrastkirin. Lê ger tiştên demborî û qedexe hebin li gorî qanûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên desteserkirin.

Serok beşa labratorê ya Şaredariya Gel a Reqayê Ebûd El-Hisên got: “Ji bo kêmkirin van tiştên zêde û betalkirina tiştên bi zirar, me gelek belavok li xwediyên kargehên ku madeyên xwarinê çêdikin belav kirin.”

El-Hisên piştrast kir ku beşê têkilkirina hinek madeyan mîna Hydrogen peroxide - Formol – Hydro di mast û penêr de qedexe kir. Her wiha ji ber ku ev made dibin sedema kanserê, pêwîstiya tunebûna wan madeyan an jî depokirina wê di nava kargehan de sedem çi dibe bila bibe, destnîşan kir.

El-Hisên di nav gotinên xwe de da xuyakirin ku nabe boyaxên pîşeyên tev li madeyên xwarinê bibin û divê bi boyaxên xwezayî werin guhertin. Divê li ser berhemê kertek girêdayî cihê ku ev hilberîn çêkiriye, madeyên ku jê pêk tê, dîroka çêkirinê û dema bidawîbûna wê hebe.

Nivîsgeha Hawîrdorê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca ku madeyên ku hawîrdorê qirêj dikin mîna dumanên kargehan û avahiyên pîşeyên, werin pîvan, hewl dide laboratorek hawîrdorê veke. Ji bo çareserkirina pirsgirêka qirêjbûna ava çemê Firatê jî, dê nuqteyên dayîm li ser çemê Firatê deyne û ji wan nuqteyan asta qirêjbûna ava çemê bipîve.

Midûrê Nivîsgeha Hawîrdorê ya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Mihemed Nûr El-Îbrahîm got: “Ew ê di demeke nêz de Laboratorê vekin. Dê gelek amûrên pêwîst mîna cîhanê foto-metre, qetrmîzên mikroban, amûrekê ji bo pîvana asta dengê nexweş ya kargehan, amûrên sivikkirina asta qirêjbûnê û rêgirtina li pêşiya wê tê de hebin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din