Di konferansa li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar ketiye de, endamên Nivîsgeha Kombûnê ya Reqayê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partî û gelek jinên serbixwe hazir bûn.
Di konferansê de berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Sewsen wiha domand: “Jin li herêma Rojhilata Navîn bi hemû cureyên zulmê re rû bi rû ye ku hişmendiya kapîtalîst û bavilsalarî bingeha wê ye. Jin tê kuştin, destdavêjin wê û tevahî cureyên tundiyê li dijî wê dikin.”
Sewsen diyar kir ku bi belavbûna fikrê neteweya demokratîk re şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket, jinan saziyên xwe yên taybet û civakî ava kirin û li hember tundiyê li ber xwe da.
Dûre endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya Itîmad El Xelef perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan der barê jinan de xwendin.
Piştî wê, berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Reqayê Sewsen El Xelef rapora kar û xebatên nivîsgehê yên du salan xwendin. Piştre têkildarî wan xebatan sînevizyoneke hate pêşandan.
Her wiha rêziknameya nivîsgehê hat nîqaşkirin û piştî nirxandinan, hatin erêkirin.
Di konferansê de beşdaran nêrînên xwe der barê nivîsgehê û xebatên wê de parve kirin. Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fîroz Xelîl axivî û teqezî bi pêwîstiya xurtkirina civînan bi jinan re, pêşxistina koordîneyê bi komînan re bi rêya jinan kir.
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê Ebîr Xelîl axivî û destnîşan kir ku lidarxistina konferansê berhema şehîdan e û divê dewreyên perwerdeyê û werşeyên kar ji bo tevahî jinan li Reqayê bên lidarxistin.
Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî destnîşan kir ku bi saya şehîdan jin bi rêxistin bûn û banga meşandina têkoşînê li hember sûcên kuştin û xwekuştinê, danîna bernameyan ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê kir.
Beriya ku encamnameya konferansê bê xwendin, Nivîsgeha Koordînasyona Jinan hat avakirin ku ji 5 endaman pêk tê, her wiha Meclisa Jinan a kantona Reqayê ku ji 24 endaman pêk tê hat avakirin. Endaman sondxwarin ku pirsgirêkên jinan çareser bikin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku xalên wê wiha ne:
Amadekirina zemîneke civakî ji bo pêkanîna qanûna malbatê.
Lidarxistina dewreyên fikrî yên girtî û vekirî di nava akademiyan de.
Pêkanîna qanûna rêgirtina li pêşiya parsekiyê.
Bi hevkariya nivîsgehên jinan lidarixstina semîner, hemle û panelên der barê pirsgirêkên civakî de.
Xurtkirina jinan di aliyê aborî de û pêşxistin û çalakkirina koperatîfan.
Xurtkirina koordîneyê di navbera jinan û saziyan de.
Lidarxistina civîneke mehane di navbera nivîsgehên jinan ên saziyan de.
Lidarxistina werşe û panelên siyasî ji bo xurtkirina jinan di aliyê siyasî de.
(dm-şx)
ANHA