Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelek li Qamişlo li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi navê "Dîroka jinên Sûriyê û destkeftiyên şoreşê" panelek li Qamişlo li dar xist.

Panel di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Hola Efrîn a bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Endamên jin ên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hiqûqnas ên ji hemû pêkhateyan beşdarî panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Emel Şemdîn bi xêrhatina beşdaran kir û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Emel Şemdîn got: "8'ê Adarê slogana berxwedana jinên tevahî cîhanê ye. Em ê xeta berxwedanê bidomînin heta ku tevahî jinên azadiya xwe bi dest bixin û ewlehî, aştî û rêgezên demokratîk werin rûniştandin."

Hevseroka MSD'ê Emîna Omer 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û li ser rewşa jinên Sûriyê ji destpêka sedsala 20'î ve heta niha semîner da.

Emîna Omer di semînerê de behsa têkoşîna jinên Sûriyê di serdema dagirkirina Osmanî û Fransî ya li Sûriyê kir. Her wiha kesayetên jin ên ku li hemberî dagirkeriya Fransa û Osmanî serî rakirin û destek dan şoreş û serhildanên li dijî mêtîngeriyê û roleke pêşeng di zanekekirina jinan de lîstine bi bîr xist.

Hevseroka MSD'ê diyar kir ku piştî derketina Fransa ji Sûriyê jinan dikarî hin mafên xwe di warê siyasî de bi dest bixin, lê li gorî xebatê ku pêk anîbûn ev destkeftî têrê nekir. Di heman demê de rastî gelek zehmetiyan hat, li hemberî paşguhkirin, tengavkirin û zextên ku partiya Baasê li dijî wê hatin pêkanîn, têkoşiya.

Emîna Omer dest nîşan kir ku pêwîste jin têkoşîna xwe bidomînin, da ku cihê xwe di destûra nû ya Sûriyê de bigire. He wiha teqez kir ku jin li hemberî hemû siyasetên desthiltdar ên ku mafên wan çewisandibû sekinîn û wiha domand: "Divê jin xwedî nêrîneke hevpar bin, ji ber ku doza wan yek e. Her wiha divê xebateke hevpar were meşandin da ku ev têkoşîn temam bike û jin tevahî mafên xwe misoger bikin."

Beşdaran li ser mijara semînerê nêrînên xwe parve kirin. Di nêrînan de bal hate kişandin ser têkoşîna jinên Kurd ên li hemeberî pergalên desthilatdar, astengiyên ku li pêşiya jinên Sûriyê derdikevin û berdêlên ku di qadên şer de dane.

Her wiha destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di hemû qadan de cihê xwe girtiye.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Îlham Metlî semînerek li ser rewş û destkeftiyên jinan di şoreşa Sûriyê de da.

Îlahm Metlî behsa paşguhkirina ku hikumeta Şamê li dijî jinan pê dianî, tundî û sûcên DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî kir.

Îlham her wiha îşaret bi têkoşîn û berxwedana jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola jinan di tevahî qadan de û serkeftinên ku YPJ`ê li dijî DAIŞ'ê pêk anîne kir.

Îlahm diyar kir ku jin di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke pêşeng dilîze û ji sedî 50 erk di saziyên cûda de girtiye.

Her wiha da zanîn ku hêzên dagirker û çeteyên wê di serî de jinên têkoşer ên pêşeng dikin hedef û şehîdxistina siyasetmedar Hevîn Xelef mînaka vê yekê nîşan da.

Di dawiya semînerê de, beşdaran li ser girîngiya ku jin xwe ji zilm û bendan rizgar bikin axivîn û teqez kirin ku şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê naskirin ku bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re bûne mînak.

ANHA


Mijarên Din