Nivîsgeha Jinan a MSD`ê komxebatek Şehbayê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk bi navnîşana `Tunebûna rola rêxistinên mirovî dema dagirkirina Efrînê` komxebatek li hola Naveanda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînî ya kantona Şehbayê li dar xist.

Gelek kesayetên jin ên partiyên siyasî û meclisên herêmî yên kantonên Efrîn û Şehbayê tevî endamên Yekitiya Jina Azad ên saziyên sivîl tev li komxebatê bûn.

Piştî deqeya rêzgirin, berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk a kantonên Efrîn û Şehbayê Zeyneb Qenber mijarên komxebatê diyar kir û got: “Em dizanin ku Efrînê di rojek û şevekê de nehat dagirkirin, lê belê li ber çavên cîhan û rêxistinên navdewletî yên ku rolek erênî li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan nelîstin, hate dagirkirin.”

Di komxebatê de gelek mijarên mîna bêdengiya navdewletî û rêxistinên mirovî li hember sûcên domdar ên ku li Efrînê rû didin, Berxwedana Serdemê û jinê bi her du qonaxên xwe û sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan li Efrînê hatin nîqaşkirin.

Endama Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriya Demorkatîk şaxê Şehbayê Lemya El-Xelef girêdayî mijara yekemîn a komxebtê axivî û behsa bêdengiya navdewletî ya li hember şerê xwîndar ê li dijî Efrînê hatiye meşandin kir.

Lemya di nav gotinên xwe destnîşan kir ku ev bêdengî îsbat dike ku rêxistinên navdewletî bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in û dewleta Tirk hewl dide projeya xwe ya mêtîngerî pêk bîne û serfiraziyên osmaniyan vegerîne. Ji bo wê jî tevahiya cureyên tundiyê heta çekên qedexekirî bi kar tîne.

Di mijara duyemîn de ya girêdayî her du qonaxên Berxwedana Serdemê ya jina efrînî, endama Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk Dîcle Mistefa axivî û îşaretpê kir ku jinên efîrnî bi berxwedana xwe li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, karî xwe weke mirovek xwedî fikr û vîn nîşan bide û ew welat, malbat û jiyan bi xwe ye.

Di mijara sêyemên de ya têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinên efrînî endama Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk şaxê Şehbayê Dua Bozan axivî û got: “Piştî dagirkirna Efrînê, jiyana jinên efrînî veguherî kabûsê. Dagirkera Tirk girtîgehên jinan ava kirin mîna girtîgeha Maratê û girtîgeheke din li navenda rojnameya Ronahî ya berê. Di girtîgehan de zêdetirî 250 jin hene. Jê 50 jin di girtîgeha Raî de ne. Li ser jinan tevahiya cureyên îşkenceyên derûnî û bedenî kirin.”

Dua rave kir ku dagirkeran ji bo ku zextê li efrîniyên mayî bikin da ku bidin koçberkirin, vê tundiyê li dijî jinan dimeşînin. Her wiha di radeya yekemîn de ji bo ku demografiya herêmê biguherîne.

Piştî bidawîbûna mijaran, jinên beşdar nêrînên xwe girêdayî mijaran vegotin û diyar kir ku azarên jinê tenê bi dawîkirina dagirkeriyê bi dawî dibin. Divê rêxistinên mirovî rola xwe bilîzin û sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê bi taybet jinan paşguh nekin.

Di dawiya komxebatê de, berdevka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya kantonên Şehba û Efrînê Zeyneb Qenber hinek çareseriyên ku pê karibin paşguhkirina rêxistinên mirovî rewşa Efrînê û koçberên ku li kantona Şehbayê dimînin, derbas bikin, pêşkêş kirin. Li gorî Zeyneb divê projeyên aborî, civakî, perwerdehî û tenduristî li herêmê bi derfetên xweser bi giyana projeya demokratîk werin pêşxistin. Da ku rê li pêşiya guhertina demografîk bê girtin, herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û projeya neteweya demokratîk li tevahiya Sûriyê belav bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din