Nirxê lîreyê Sûriyê roj bi roj dadikeve

Daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar berdewam dike. Îro nirxê dolar bû 675 lîreyên Sûriyê.

Îro nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkî pir daket. Li gorî malperên aborî di dîrokê de gihaşt asta herî kêm.

Li gorî malperên aboriyê, dolar li sûkên Heleb û Şamê bi 675 lîreyan tê firotin û 672 lîreyan jî tê kirîn.

Her wiha nirxê zêr jî gihaşt 28 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ku ji duh ve hezar û 100 hatiye ser.

Li gorî nûçeya aborî ya malpera ‘Syria Report’ di dîroka xwe de lîreyê Sûriyê pir daket û malperê destnîşan kir ku daketina zêde ji ber temenê lêçûna dolar di sala 2018’an de bi 500 lîreyan bû.

Çavdêr texmîn dikin ku daketina lîreyê Sûriyê ji ber gelek sedeman e, jê cezayên aboriyê ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê û DYA`yê ve li ser rejîma Sûriyê hatine ferzkirin.

Her wiha malpera ‘Syria Report’ texmîn kir ku gelek sedemên wê yên din hene û destnîşan kir ku bandora bilindbûna daxwaza ser dolar li Lubnana cîran, ji ber ku Beyrût sûka sereke ji bazirganên Sûriyê yên dolar in ku sîstema lêçûnê ya Lubnanê di karê xwe yê bazirganiyê de bi kar tînin.


Mijarên Din