Nilufer Koç: Rola ji PDK`ê re hatiye dayîn, dorpeç bike, rê bigire û bifetisîne

Nilufer Koç da zanîn ku Tirkiyê di qonaxa dawî ya şerê Başûrê Kurdistanê de têk çûye û got: “Ji bo serkeftinê rola daye PDK`ê ku gerîla dorpeç bike, rê bigire û bifitesîne. Divê tu kes bêdeng nemîne û ji rewşê haydar be.”

Êrişa dewleta Tirk a li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ket roja xwe ya 68`mîn. Dewleta Tirk bi hemû şewazan êrişî sivîl, xweza û ajalan dike. Hêzên girêdayî PDK`ê jî li kelêka dewleta Tirk gelek caran êrişî noqteyên gerîlayên azadiyê dikin. Her çiqas bang ji aliyê PKK’ê ji PDK`ê re hat kirin jî, lê PDK`ê sewqiyatên xwe yên leşkerî û gefxwarinên xwe berdewam dike. Ji bo helwestdayîn û pêşîlêgirtina êrişan li dijî PDK`ê ji aliyê gel, hunermend û siyasetmedaran ve gelek çalakî hatin lidarxistin.  Lê heya niha PDK`ê helwesteke cidî li hemberî tevger û êrişên dewleta Tirk re nîşand nedaye.

 Der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de Endama Desteya Rêveber a KNK'ê Nilufer Koç destnîşan kir ku ev lîstoka dawî ya dewleta Tirk e û bang li her kesî kir ku li dijî êrişan 24 saetan çalakiyan li dar bixin û ji rewşê haydar bin û got: “Êdî Erdogan hatiye qonaxa dawî. Divê PDK`ê pozîsyona xwe zelal bike û partiyên din jî zexteke demokratîk û siyasî çêbikin da ku em vê deriyê dawî jî li ber dagirkeriyê bigirin.”

Nilufer Koç anî ziman ku di van 98 salan de çar perçeyên Kurdistanê li dijî siyaseta înkarê ya ku di peymana Lozanê de hatibû mihûrkirin li ber xwe da û got: “Di van 40 salên dawî de jî têkoşîna bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan re Kurdan gelek guhertin çêkirin. Esas peyman pêşîgirtina Kurdan bû ku bi jenosîd û guhertina demografîk Kurdan derveyî mafê çarenivîsê bihêlin û destûr dabûn dewletên dagirker. Lê encam negirt. Kurd di van 30 salên dawî de gelek destkeftî bi dest xistin. Piştî 98 sal peymana Lozanê di xala înkara Kurdan de şikestinek çêbû. Îro her kes hêza Kurdan dibîne. Kurd bi rêxistinbûyîna xwe di asta parastina rewa, siyaset û dîplomasî de êdî xwedî deng in.”

`HER DIÇE BI SIYASETA XWE NAKOKIYAN KÛR DIKE`

Nilufer Koç bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û konsepta ku li dijî Kurdan dide meşadin û got: “Di sê perçeyên Kurdistanê de dewleta Tirk niha di nav şer de ye. Li Bakur total faşîzm pêk tîne, li Rojava bê navber bi rêya çeteyan êriş  û dagirkir dike. Başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye. Li sê perçeyên Kurdistanê  yek dewlet li dijî Kurdan şer dimeşîne. Bi zelalî dibejê ` Ji bo ku Tirkiyê mezin bibe û berfireh bibe divê Kurd ji holê bên rakirin.` Her du aliyên sînor ên ku dixwaze derbas bike welatê Kurd e. Ji ber wê jî şerekî dijwar dimeşîne û hesab nedikir ku berxwedaniyeke wiha bê meşandin. Her diçe bi siyaseta xwe nakokiya dewletê kûr dike. Dewletê bi xwe dixe nava krîzê. Hemû dahatuya dewletê ji bo şerê li dijî Kurdan finanse dike. Hemû pere ji bo şer tê xerçkirin.”

`JI BO ENCAMGIRTINA LÎSTOKA DAWÎ HEMÛ ŞEWAZ BI KAR ANÎ`

Dewleta Tirk a dagirker 23`yê Nîsanê êrişa dagirkirinê li herêmên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ji wê demê heya niha ve bê navber êriş li ser cih û warên sivîlan çêdibin. Li dijî hemû teknolojiya şer a pêşketî nikare têkoşîna li herêmê tê meşandin bişikîne. Der barê êriş û negihiştina armanca dewleta Tirk de Nilufer Koç ev nirxand kir: “Şerê Zap, Avaşîn, Metîna ku sê meh in dewleta Tirk bi hemû şêwazên teknîk, bikaranîna çekên kîmyewî, karanîna çeteyên DAIŞ û taybet jî ji bo dewlet bê deng bin di dîoplomasiya xwe de tawîz li ser tawîzan dan, lê negihişt armanca xwe. Pêşeroja dewleta Tirk niha girêdayî serkeftina Kurdan e. Ger em Kurd bi ser bikevin ew ê bi bin bikevin. Niha di asta siyaseta navdewletî de jî gelek hêz ji vê stratejiya dewleta Tirk aciz in. Pozîsyona dewleta Tirk di asta navdewletî de ne xurt e. Ji bo AKP/MHP di faşîzma xwe de encam bigire hemû hêza xwe daye Başûrê Kurdistanê. Ji ber Başûr bi siyaseta xwe ya desthildar re bixapin birîneke Kurdan e. Cihê herî lewaz a siyaseta ji bo çar perçeyên Kurdistanê li  Başûrê Kurdistanê navendî bûye. Dewlet jî ji bo bi lîstoka xwe ya dawî encam bigire li dijî gerîla hemû şêwaz bi kar anî. Gerîla wekî dîwarekî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di navbera sînorê Bakur û Başûrê Kurdistan de sekiniye.”

 NAKOKIYÊN DI NAVBERA MESÛD BARZANÎ Û PDK`Ê DE

Di êrişan de ji bo sekna PDK`ê Nilufer Koç anî ziman ku heya niha PDK`ê sekna xwe zelal nekiriye û got: “Dewleta Tirk ji bo ji krîza xwe derkeve gelekî zext li ser PDK`ê çêdike ku beşdarî şer bibe. PDK`ê jî mixabin heya niha pozîsyoneke zelal diyar nekiriye. Her çiqas serokê PDK`ê Mesûd Barzanî di çend daxuyaniyan de herî dawî jî ji bo şandeya hunermendên Kurd gotibû ` Ez destûr nadim şerê navxweyî ya Kurdan çêbibe` lê mixabin pratîkên ku bi navê PDK`ê tên kirin vê piştrast nake. Hêzên PDK`ê dîsa di vekirina rê li pêş dagirkeriya dewleta Tirk de rolekê dilîzin. Ev ji bo tevahî Kurdistanê lîstina bi agir e. Şansê dawî yê dewleta Tirk ew e ku şerekî di navbera Kurdan de derxe. Hemû civak û siyaset li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in û daxwaz heye ku PDK`ê jî di vê çarçoveyê de cih bigire. Di aliyê Kurdan de cih bigirin û peyva Mesûd Barzanî pêk bîne.”

Nilufer  diyar kir ku di navbera PDK`ê bi xwe de nakokî hene û got: “Em nizanin di nava PDK`ê de çi diqewime, lê pirsgirêkek heye ku aliyek soz tê dayîn aliyê din jî soz tê valaderxistin. Divê ev nakokî bên çareserkirin. Em bang li PDK`ê dikin ku gotinên serokê xwe Mesûd Barzanî pêk bînin. Êdî civak û  siyaseta Kurd li benda vê sekinî ye.”

Nilufer Koç hin partiyên siyasî yên ku li dijî êrişên dewleta Tirk xwe lewaz dibînin rexne kir û got: “Divê ew partî yan bibin navbeynkar ku rolek bilîzin an jî xwedî helwest bin. Nabe ku pasîf di cihê xwe de bisekinin û tenê daxuyanî bidin. Dewleta Tirk dibeje û dike.  Hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê yên derveyî PKK û PDK`ê, dimînin divê xwedî li daxuyaniyên xwe derkevin û çalak bin. Ger em dengê xwe bilindtir bikin ji xwe rexneyên navdewletî li ser Tirkiyê zêde ne, wê demê wê dengê Kurd esas bigirin. Yekitî divê li ser pîvanên `li dijî dagirkeriyê yekitî` bê fêmkirin. Di derdora vê pîvanê de divê hemû siyaseta Kurd bibe yek. Derveyî me hêzên ku ji Tirkiyê aciz in ew jî wê gel me zêdetir li ser Tirkiyê de herin. Avantajake me hem li cem siyaseta dewletên Ereban heye ku ew jî ji dagirkeriya deweleta Tirk aciz in û hem jî ji hêzên Ewropa, Amerîka û Rûsya ji Tirkiyê aciz in. Ji ber Erdogan dema li Kurdistanê şer dimeşîne û dixwaze krîza herêmê xurt bike di aliyekî de jî destê xwe diaveje her cihî. Li Efganistan û Qibrisê dixwaze tevliheviyan çêbike. Êdî hatiye qonaxa xwe ya dawî û dixwaze kaosê ava bike da ku bikaribe dem qezenc bike.”

`DI BIN NAVÊ TÎCARET Û DÎPLOMASIYÊ DE RÊYA DAGIRKIRINÊ VEKIRIN`

Nilufer Koç, bal kişand ser armanca hikûmeta AKP/MHP ya çêkirina hilbijartinên pêşwext û diyar kir ku Erdogan nikare êdî bi rê ve bibe ku dixwaze hilbijartinê di sala bê de çê bike. Her wiha Nilufer Koç diyar kir ku Erdogan dixwaze encamekê ji zeyifbûna Kurdan bigire û wiha dewam kir: “Aliyek Kurd hin di bin îtîfaqa tîcarî-dîplomatîk de û him dewleta Tirk wekî mutefîk qebûl dikin. Di bin navê tîcaret û dîplomasî de rê ji dagirkeriya dewleta Tirk re vedikin. Ev pirsgirekeke cidî ye. Tiştekî din ku derfet bide dewleta Tirk tune ye. Bi kurtasî divê partiya siyasî(PDK) pozîsyona xwe zelal bike û partiyên din jî zexteke demokratîk û siyasî çêbikin da ku em vê deriyê dawî jî li ber dagirkeriyê bigirin.

Ger bi rastî jî siyaset xwe li ser berjewendiyên neteweyî yên Başûrê Kurdistan saz bike wê demê dikarin Tirkiyê ji wir derxin. Derfetên Başûr zêde ne. Lê diyar e li wir hedef cûda ye. Ger îro dixwazin temenê dewleta Tirk dirêj bikin wê demê hesabekî cûda hatiye kirin û divê ew hesab ji gelê Kurd re bê eşkerêkirin. Diyar e ku PDK`ê naxwaze zextê li ser dewleta Tirk çêbike. ”

Nilufer da zanîn ku Tirkiyê di qonaxa dawî ya wî şerî de îflas kiriye û got: “Hinek xalên wê yên dawî mane ku bihêle PDK`ê gerîla dorpeç bike, rêyan bigire û bifitesîne. Ev rola daye PDK`ê, diyar e ku êrişên di dawiyê de jî encama hinek bêdengiyê dixwaze vê rolê bilîze. Dîsa hêzên taybet rêkirine ku dema hêzên taybet bên rêkirin ev mijareke cidî ye. Berçav e ku nikare peşmergeyan jî qani bike. Ji ber peşmerge kevneşopiya parastina welat li dijî Sedam şer kirine. PDK`ê di nav xwe de tengav bûye.”

`YNK`Ê DIVÊ XWEDÎ LI PEYVA NIŞTIMAN DERKEVE`

Der barê krîzên di nav YNK`ê de derketiye Nilufer Koç destnîşan kir ku pirsgirêka ku YNK’ê wekî navxweyî diyar dike ji wê zêdetir e û ev tişt got: “Dixwazin xeta niştimanperweriyê ya ku mamoste Îbrahîm Ehmed di pênasekirina pîvanên KNK`ê de destnîşan kir ku rolek wiha di YNK`ê de jî liyîst. Dixwazin vê kevneşopiya mamoste Îbrahîm Ehmed û Mam Celal di YNK`ê de bişikînin ku wê peyva niştîmanî ji YNK`ê rakin. Divê ew peyva niştîmanî di nav Yekitiya Niştîmaniya Kurdistan de bimîne û siyasetmedarên YNK`ê yên bi salan ji bo peyva niştîman têkoşîn divê xwedî lê derkevin. Ger wiha nebe wê tu cûdabûna YNK’ê ji partiyên li Başûr ên ku îro di pêşketina Kurdistanê de dibin pirsgirêk nebe û wê ew jî bibin amûrek. Hêvî dikim ku ji wê xeta niştîmanî dernekevin ku wê bandorê li Kurdistanê bike. Ev ne mijareke navxweyî, lê belê parvekirina deshildariyê ye. Di encama şerê li ser Kurdistanê de mûdaxele hatiye çêkirin ku peyva niştiman ji YNK’ê were rakirin.”

`DIVÊ 24 SAETAN HER KES BALDAR BE`

Nilufer Koç got tişta îro herî pêwîst e ku di hin xalan de yekbûn hebe û wiha dawî li nirxandina xwe anî:" Yek ji wan xalan ku dema dijmin gelekî lewaz bibe dêrî venekin. Ev jî pîvanê esasî yê KNK`ê ye. Em ê hewl bidin PDK`ê jî beşdarî vê diyalogê bikin. Em ê li deriyê wê bixin heya ku deriyê xwe veke. Siyaseta ku di Lozanê de hiştin em bê par hîştin encama siyaseta Kurdan bû. Di hinek xalan de eger Kurd yekbûne, wê demê jî me encam bidest dixist. Em nikarin destkeftiyên xwe bikin qurbaniyên partiyên siyasî. Ji şerê 23’yê Nîsanê  heya niha ve tişta ku me derxistiye, dijmin 24 saetan ranaze wê demê divê em jî ranezin û çalak bin.  Divê em bê deng nemînin û baldariya xwe li ser rewşê qut nekin.”

ANHA


Mijarên Din