Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş 3 hezar nexweş û birîndar pêşwazî kir

Tekane nuqteya di xizmetê de maye nexweşxaneya şehîd Umer Elûş e Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê ji destpêka êrişên dawî yên dagirkeriya dewleta Tirk ve heta niha 3 hezar nexweş û birîndar pêşwazî kiriye.

Nexweşxaneya  Şehîd Umer Elûş a li navçeya Eyn Îsayê tekane nuqteya tenduristiyê li herêma Girê Spî û navçeya wê di xizmetê de maye, piştî ku nexweşxaneya Girê Spî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate topbarankirin.

Nexweşxane rojane bi dehan nexweş, birîndar û şehîdên  ji ber êrişên dagirkeriya Tirk pêşwazî dike û bi derfetên xwe yên kêm wan derman dike.

Li gorî rêveberiya nexweşxaneyê di Cotmeha derbasbûyî de 3 hezar nexweş, di nav de 54 birîndarên sivîl ên bajêrê Girê Spî û bi dehan birîndarên leşker ên QSD û leşkerên artêşa rejîma Sûriyê pêşwazî kirin.

Nexweşxane destwerana lezgîn wekî veguhestina xwînê, şikenandin, dermankirina birînan û hwd pêşkêş dike û nexweşên rewşên giran derbasî nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê dikin.

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneyê karê nesekinand, bi derfetên ku desteyên tenduristiyê yên Reqayê û Kobanê û hin alîkariyên şermok ên rêxistinên Bijîşkên Sînonenas û IRC yên navndewletî pêşkêş dike xebatên xwe didomîne.

Di nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş de 5 bijîşk, 4 hemşîre û 15 xebatkarên dildar ên berê di nexweşxaneya Girê Spî de kar dikin, dixebitin. 7 ambulans hene.

ANHA

 


Mijarên Din