Nexweşxaneya kampa Holê dê were firehkirin

Heyva Sor a Kurd amadekariya firehkirina nexweşxaneya meydanî ya li kampa Holê dike. Dê hejmara textên li nexweşxaneyê zêde bike û beşên nû veke.

Kampa Holê di destpêka 1991’an de naku dema şerê Kendavê de ji hêla Komseriya Bilind bi hevkariya desthilatên Sûriyê re hat vekirin. Kampê di wê demê de nêzî 15 hezar penaberên Iraqê pêşwazî kirin. Di sala 2003’an de dema destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê kampê cara duyemîn penaberên Iraqê hembêz kirin. Cara sêyemîn jî di 2016’an de bû di dema êrîşên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarên Iraqê û serweriya rûberên fireh bû.

Di dema vekirina kampa Holê de ya ji hêla Rêveberiya Xweser ve, Heyva Sor a Kurd lez da vekirina 2 nuqteyên tendirustiyê li kampê. Piştî ku Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) baregeha dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê di 23’yê Adarê de, bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji jin û zarokan xwe radestî QSD’ê kirin. Ji ber hejmara mezin a şêniyan li kampê û da ku pêdiviyên wan ên bijîşkî bên dabînkirin, Heyva Sor a Kurd nexweşxaneya meydanî di destpêka meha Nîsana borî de li kampê, vekir.

Nexweşxaneya ku Heyva Sor a Kurd vekiriye, tê de 17 text hene. Her wiha ji odeya emeliyetê, beşa birîndariya giştî, beşa hestiyan, beşa hundirîn, beşên jin û zarokanînê, dermanfiroş û laborator pêk tê.

Niha jî, Heyva Sor a Kurd amadekariya firehkirina nexweşxaneyê meydanî ya li kampa Holê dike. Dê hejmara textan bibe 30 text, hejmara kadroyên bijîşkî yên pispor bibin 6  û dê 3 beşên din, weke, kişandina wêneyên laş (Radiology), odeyên cuhdakirina nexweşiyên ku vedigirn û beşên şewatê, lê zêde bibin.

Rayedarê nexweşxaneyê, bijîşk Alan Dahir diyar kir ku berfirehkirina nexweşxaneyê bi beşên xwe yên nû dê di hefteya bê de têkeve xizmetê û destnîşan kir ku armanca wan ji vê pêngavê ew e ku xizmetên mezin ên bijîşkiyê ji penaber û koçberan re dabîn bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din