​​​​​​​Nexweşxaneya Dil û Çavan hewl dide barê şêniyan sivik bike

Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan hewl dide barê lêçûnên tenduristiyê ji ser welatiyan sivik bike. Di wê çarçoveyê de cîhaza "Excimer Lasik" hate aktîvkirin da ku piştre bê xebitandin. Bi vê yekê alîkariya nexweşên çavan tê kirin û lêçûnên emeliyata çavan kêm dibe.

Berê hemû nexweşên herêma Cizîrê ji bo çêkirina emeliyata çavan neçar bû ku biçin parêzgehên Sûriyê yan Başûrê Kurdistanê, ji ber ku cîhaza "Excimer Lasik" ku emeliyatên çavan bi rêya lêzer çêdike tune bû. Ji ber lêçûnên emeliyetê û lêçûnên zêde yên rêwîtiyê, welatiyan gelek zehmetî didîtin.

Rêveberiya Xweser hewl dide ji hemû aliyan ve xizmeta şêniyan bike. Ji bo vê yekê, Desteya Tenduristiyê nexweşxaneyeke taybet bi nexweşên çavan û dil li bajarê Qamişlo vekir.

Rêveberiya nexweşxaneyê di demeke kin de cara yekemîn li herêma Cizîrê cîhaza "Excimer Lasik" li nexweşxaneyê aktîv kir.

Pisporê nexweşiyên çavan Dr. Mistefa Ebdulkerîm daxuyand ku kadroyê tenduristiyê perwerdeyê li ser cîhazê "Lêzer" anku "Excimer Lasik" kirin. Perwerde bi çavdêriya bijîşkên ji Helebê ku di nexweşiyên çavan de pirspor in û karin cîhaz baş bi kar bînin, pêk tê.

Dr.Mistefa Ebdulkerîm diyar kir ku endeziyarên pispor cîhaz bi temamî ji bo xebitandinê amade kirin û dê bijîşk di demeke kin de piştî çend rûniştan perwerdeyê bi dawî bikin.

Cîhaza "Excimer Lasik" ji cîhazên herî pêşketî ye di aliyê dermankirina nexweşiyên çavan de, ku tê de îşiqa lêzer tê bikaranîn.

Ebdulkerîm destnîşan kir ku dê cîhaz di demeke nêz de bê xebitandin, her wiha emeliyata "Lasik" emeliyateke xweşikkirinê ye û armanc jê xilasbûna ji berçavkan e.

Di beşê nexweşiyên çavan û dermankirina wan de cîhazên pêşketî wekî cîhaza (Otto), cîhaza (Phaco) ê ji bo rakirina madeya spî ji çavan, cîhaza (Osset) ê kişandina tora çavan, cîhaza (Corneal topography), cîhaza (Saha Basariyê) û cîhazeke din a çavan heye.

Nexweşxaneya Dil û Çavan li bajarê Qamişlo hat vekirin û bi salvegera damizrandina Rêveberiya Xweser re di 21`ê Çileyê de, ket xizmetê. Nexweşxane xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike û bi nirxekî kêm emeliyatên dil û çavan çêdike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din