Nexweşên Koronavîrusê 18 milyon derbas kir

Li gorî daneyên malpera Worldometer, hejmara nexweşên Koronavîrusê(COVID-19) li cîhanê 18 milyon kes derbas kir.

Li gorî daneyan,  hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê îro gihaşt 18 milyonan û  23 hezar kes, 689 hezar  mirine û 11 milyon û 300 hezar jî  baş bûne.

Rêjeya miriyan ji sedî 6 e. Ji nav 6 milyon nexweşên li cîhanê,  rewşa 65 hezar kesî xetere ye.

Li gorî daneyên ku malperê diyar kir ku hejmara nexweşan a duh 247 hezar kes derbas kir û 5 hezar û 931 kes jî mirin.

Li DYA`yê nexweşî di asta herî jor de ye û hejmara nexweşan 4,7 milyon e, piştre Berazill 2,7 milyon, Hindistan 1,7 milyon, Rûsya 845 hezar û başûrê Afrîqiyayê 5 03 hezar e.

(bx)


Mijarên Din