‘Nexweşiyên di nav Kampa Holê de zû nayên dermankirin’

Endama rêveber a Kampa Holê Hemrîn Hesen, got: “ rewşa tenduristî ya kampê baş e û çêbûna haletên wefatê vegerand nebaşiye xwarinê yan jî qezeyên bi şaştî.

Di Kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê de, 19 nuqteyên tenduristiyê hene. Heman demê de  3 nexweşxaneyên meydanî di 7 beşan de belav dibin. Piraniya wan girêdayî rêxistina tenduristiyê ya cîhan ye.

Di Kampa Holê de zêdetirî 71 hezar koçber û penaberên Îraqê, tevî malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene. Ji mezintirîn kampên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya hindek rêxistinên navdewletî û komeleyên herêmî ku desteka wan dike tê hesibandin.

Di çar hefteyên dawîn de 5 rewşên wefatê rû dane. Hemrîn wiha qala sedemên wan rewşan kir: “Piraniya rewşên wefatê zarok in. Yan zarok mirî ji dayîka dibe yan jî ji ber fetisandin, an jî di encama şewitîna konan de zarok dişewitin.”

Hemrîn diyar kir ku ev hemû ji ber ku koçber girtekên pêwîst girêdayî pêjandina xwarin û bikaranîna agirê di nav mitbaxên kampê de, rû didin.

Hermîn axaftina xwe wiha domand: “Tu rewşek nexweşiya giran an jî xeter girêdayî  zarokan heta niha tune ye. Piraniya rewşan bilez têne nuqteyên tenduristiyê û bi baldarî têne dermankirin. Piraniya wan jî di encama xwarina nebaş, çermî, hestî û hinek rewşên mewsimî de ne."

Heyva Sor a Kurd xebatên firehkirina  nexweşxaneya xwe ya meydanî  ya ku di Nîsana sala borî de vekiribû, di Tebaxê de bi dawî kirin. Tevî wê jî Nexweşxaneya Mar Yaqûb û Xaça Sor a Navdewletî di nav kampê de hatine vekirin.

Hemrîn tekez kir ku Rêveberiya Kampa Holê, karûbarên niştecihan ji aliyê xwarin, tenduristiyê û warên din ve dişopînin tevî şopandina karên rêxistin û komeleyên ku di nav kampê de kar dikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din