Nexweşiya "Kurmê bistirî" li nav zevî belav dibe û gerînende bang dike

Li kantona Girê Spî nexweşiya kurmê bistrî li zeviyên çandiniyê belav bûne. Gerînendeya Çandiniyê ji cotkaran xwest ku zeviyên xwe derman bikin.

Cotkarên kantona Girê Spî ya herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê ji ber belavûna nexweşiya kurmikê bistrî di nava zeviyên de metirsîdar in.

Ev nexweşiyê ji ber tinebûna dermanan li herêmê ya di dorpêçê de belav bûye, di encamê de berhemên çandiniyê paşde dixst. Lê Gerînendeya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya Kantona Girê Spî dikarî dermanên pêwîst ji cotaran re peyda bike.

Nexweşiya kurmê bistrî li nava zeviyên havînî, bi taybet pembo û garisê zer belav bûye. Gerînendeya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya Kantona Girê Spî bang li cotkaran dike ku zeviyên xwe kontrol bike û derman bireşînin.

Girêdayî wê cotkarê bi navê Ehmed El-Şenan dibêje: "Li gel min 45 hektar zeviyên garisê zer heye. Di rojên dawî de min dît ku pelê gariz bi nexweşiya kurmê bistrî ketiye û hêdî hêdî ev nexweşî li tevahî zevî belav bû."

Ehmed anî ziman ku sala borî jî ev nexweşî di nava zevî de derket, lê yekser serî li Gerînendeya Çandiniyê da û derman jê wan xwest û got: "Gerînendeyê derman da min, min li zevî reşand, niha rewşa zevî hinekî baş e, bi hêvî me ku îsal berhemdar be."

Cotkar Enes El-Ebreş jî dibêje ku nexweşiya kurmê bistrî li zeviyê wî yê pembo belav bûye: "30 donimê min ên pembo heye, destpêkê min ev nexweşî li zingilê pembo de dît. Wekî Gerînendeya Çandiniyê bang kiribû min derman reşand heta nexweş bi temamî bi dawî bû."

Gerînendeya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya Kantona Girê Spî endizyar Abdullah El-Xelîl diyar kir ku" Sala borî di zeviyên pembo de nexweşiya kurmê bistrî belav bû, di encamê de rêjeya rûbera çandina pembo jêrî nêv kêm kir. Abdullah El-Xelîl destnîşan kirin ku ew nîşaneyên derketina vê nexweşiyê îsal jî dibînin.

Abdullah El-Xelîl bang li cotkaran kir zeviyên xwe kontrol bikin û derman lê bireşînin û got: "Dermanên vê nexweşiyê li dermanxaneya navendî ya gerînendeya çandiniyê heye û bi buhayê kêmtirî dermanxaneyên bazaran tê firotin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din