Newroza Qendîlê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû

Newroza Qendîlê ya bi dirûşma “Bijî Serok Apo” demxeya xwe li rojê da, bi gerandina govendê ya li ber stranan dawî bû.

Newroza Qendîlê ya 2023’yan a bi dirûşma “Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin” bi tevlibûna hezaran xelkê çar parçeyên Kurdistanê li Binarê Qendîlê hatibû destpêkirin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û gerandina govendan bi dawî bû.

Di dewama pîrozbahiyê de hunermend Adil Hewremî û Firmêsk derketin ser dikê. Girseya gel li ber stranên hunermendan govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” mohra xwe li pîrozbahiyê da.

Şahiya Newrozê bi gerandina govendê dawî bû.

(şx)


Mijarên Din