Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbêsiyê û navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê cilên xwe yên netewî li qada Newrozê ya li gundê Colbistanê kom bûn, agirê Newrozê dadan.
Dûre qeydên deng ên Rêber Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin.
Piştî wê, Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Başo axivî û Newroz li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin û li gerîlayan pîroz kir.
Evîn got: “Em Newroza îsal bi giyanê şehîdên YAT`ê pîroz dikin û destnîşan dikin ku bi saya fedakariyên wan û şehîdên şoreşê û Kurdistanê çirûska Newrozê hertim geş e.”
Her wiha Evîn berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got: “Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan me gelek destkeftî bi dest xistin.”
Evîn şehîdên Cindirêsê bi bîr anîn ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin dema ku agirê Newrozê pê dixist. Evîn destnîşan kir ku kesek nikare agirê Newrozê vemirîne.
Di dawiyê de Evîn Newroz li gelên herêmê pîroz kir û got Newroza îsal dê bibe newroza serkeftinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
(dm/şx)
ANHA