Newroz Uysal: Girankirina tecrîdê kûrkirina şer e

Parêzera rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal destnîşan kir ku tecrîd her ku diçe girantir dibe û ev jî rewşa şer a domdar bi xwe re tîne û got “Di salên dawîn de tecrîd girantir dibe û ev yek jî nîşan dide ku dê polîtîkayên dewleta Tirk ên bêçareseriyê berdewam bikin.”

22 sal e li dijî domandina tecrîda Îmraliyê, ji bo ku rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bistîne, li çar parçeyên  Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û Afrîkaya Başûr çalakiyên cihêreng têne kirin. Girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de 61 roj e greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan didomînin. Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku ew li bendê ne ku gel û saziyên xwedî berpirsyariyên neteweyî, herêmî û çar aliyên cîhanê piştgiriyê bidin.

Ji parêzarên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ji ANHA’yê re axivî û got: “Rastiya Îmraliyê ku ketiye sala 22’yan, nakokiya çareserî û bêçareseriyê nîşan dide ku tecrîd ne rengekî zindanîkirinê ye lê pirsgirêkeke pergalê ye.”

‘AGAHIYEKE TEQEZ NÎN E KA MAFÊN MADÎ Û MANEWÎ TÊN PARASTIN AN NA’

Newroz Uysal diyar kir dewleta Tirk îşkenceyê bi tecrîdê berdewam dike û di van salên dawîn de hewl dide bi rêbaza “bêdengî-bêagahderiya teqez” tecrîdê girantir bike û got tecrîda zagonî, civakî û siyasî li tecrîda fîzîkî ya li Îmraliyê zêde kirine. Uysal bi bîr xist ku bi pêvajoya pandemiyê re mafê girtiyan heye ku hefteyê carekê 10 deqe mafê telefonê yê zêde bistînin, lê rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî bi tu awayî ji vî mafî sûd wernegirtiye. Newroz Uysal diyar kir ku piştî 21 salan carekê tenê mafê telefonê ji ber pandemiya vîrusa koronayê hatiye dayîn û destnîşan kir ku ji ber domandina tecrîdê nayê zanîn ka temamiya mafên madî û manewî yên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din têne parastin an na.

 ‘JI HEZARAN DAXWAZAN TENÊ 5 HEB HATIN QEBÛLKIRIN’

Newroz Uysal diyar kir ku serlêdanên parêzeran û daxwazên hevdîtinê yên bi telefonê bi hincetên cezayên disîplînê têne redkirin û îtîrazên parêzeran jî nayên qebûlkirin û got: “Wekî ku di rapora CPT’yê ya Tebaxa 2020’an de tê gotin; ji bo domandina tecrîdê cezayên disîplînê “bawerî pê nîn e û nayê qebûlkirin”. Wek parêzer, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heya Çileya 2021’an ji hezaran serlêdanên me tenê 5 serlêdan hatin qebûlkirin. Ev tablo daneya bêhiqûqiya heyî ye. Tirkiye bi domandina tecrîdê ku rûyê wê yê îdeolojîk nîşan dide, hewl dide pê meşrûiyeta siyasî bide sepandin. Ew bawer dikin ku dê ji bo qaşo çareseriya ku ew dixwazin ji bo pirsgirêkên herêmî yên ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûne, bi kêrî wan were. “

‘ŞER LI TIKRIYE, ROJAVA Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BELAV DIBE’

Parêzer Newroz Uysal destnîşan kir ku tecrîd her ku diçe girantir dibe û rewşa şer a domdar bi xwe re tîne û wiha dewam kir: “Di salên dawîn de tecrîd girantir dibe û ev yek jî nîşan dide ku dê polîtakayên dewleta Tirk ên bêçareseriyê berdewam bikin. Bi tecrîda di şexsê birêz Ocalan de, armanc ev e ku çareseriya neteweya demokratîk û tecrîdkirina aştiya gelan ji holê rakin. Her çend dîrok nîşan dide ku dê ev çênebe jî, ew dixwazin tecrîdkirina li Îmraliyê di her hewldanê de, bi ceribandina awayên cuda girantir bikin. Li aliyekî din, birêz Ocalan ji ber ku helwesta xwe ya ji bo çareseriyê neguherandiye, ew jî bi takekesî tê cezakirin. Di vê hevkêşeya dualî de, berxwedana israra çareseriya demokratîk û aştiya birûmet li dijî hev xetekê çêdike.”

Newroz Uysal destnîşan kir ku koalîsyona AKP-MHP’ê nûnera  pirsgirêkên pergala netewedewletê ya kapîtalîst a dewleta Tirk e û dewleta Tirk piştî sala 1999’an ji aliye siyasî ve guheriye lê belê dîsa jî tecrîdê wekî bere dewam kiriye. Uysal got li hemberî vê yekê rêber Abdullah Ocalan dev ji hewldanên xwe yên çareseriya demokratîk û aştiyê bernedaye û her tim lêgerîna xwe ya “muxatab, îradeya çareseriyê” domandiye.

‘RASTIYA ÎMRALIYÊ CIHÊ SEREKE YÊ XUYABÛNA NAKOKIYA ÇARSERÎ-BÊÇARESEIYÊ YE’

Parêzera rêber Abdullah Ocalan wiha pê de çû: “Hêzên ku ji şerê ji ber nebûna çareseriyê pêk tê, sûdê werdigirin,  vê tecrîdê didomînin. Rastiya Îmraliyê cihê bingehîn ê nakokiya çareserî-bêçareseriyê ye. Li dijî hewldanên terorîzekirinê yên Tirkiyê, birêz Ocalan di hemû parastinên xwe de, destnîşan kir ku jiyaneke demokratîk, aram û azadîxwaz ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn gengaz e û bandora xwe jî zêde kir. Baweriya ku mirov dikare bi pêkvejiyanê û tifaqan bigihîje vê yekê ji bo hêzên ku dizanin ku ev gengaz e û aştî û çareserî ji “dewlet, hikumetê” nayê hêvîkirin, gefek e. Ji ber ku civak bi xwe aştî û çareseriyê dixwaze. Ji ber vê sedemê, qonaxa ku zû yan dereng mirov bigihîje wê, çareseriyeke demokratîk û aştî ye. Ji krîzan re çareyeke din tune ye.”

 ‘DAXWZA ÇALAKVANÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’

Newroz Uysal îşaret bi grevên birçîbûnê jî kir û wiha axivî: “Rastiya Îmraliyê ku ketiye sala 22’yan, nîşan dide ku tecrîd ne awayekî zindanîkirinê ye lê pirsgirêkeke pergalê ye. Grevên birçîbûnê mînakeke bersiva civakî ye û daxwazên çalakvanên grevê hene. Îro li Tirkiyê li girtîgehan ev 61 roj e greva dorveger berdewam dike. Yek ji van daxwazan jî 'bidawîkirna tecrîda li ser birêz Ocalan e.”

Newroz Uysal diyar kir ku gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriya pirsgirêkên xwe di fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de dibînin  û got: “Ew gel dibêjin ku heke bi serbestî xwe bigihînin fikr û ramanên birêz Ocalan, ev yek dê ji bo wan jî baş be. Ji ber vê yekê jî li gelek deverên cîhanê daxwazeke wiha heye.”

‘Li ŞÛNA DARVEKIRINÊ BI DEMÊ RE HÊDÎ HÊDÎ KUŞTIN!’

Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku gotina rêber Abdullah Ocalan a “Ez niha baş im lê siberojê dê çi bibe, nizanim” îşaretê bi nediyarbûna şert û mercan dike û wiha berdewam kir: “Cezayê îdamê yê ku di Hezîrana 1999'an de li birêz Ocalan hatibû birîn, paşê veguherandin cezayê muebetê yê girankirî ku heya mirinê di zindanê de bimîne. Ev rêbazeke înfazê ye ku bi şert û mercên hewayî û tecrîdê, ji ber ku li giravekê ye, polîtîkaya “li şûna darvekirinê bi demê re hêdî hêdî kuştin” tê sepandin. Ev rewş hem ji hêla rayedarên wê demê û hem jî ji hêla muwekîlê me birêz Ocalan ve bi vî rengî hate îfadekirin. “Tenduristî, azadî û ewlehiya” birêz Ocalan kêmtirîn mîsogeriyên mirovî ne. Ocalan bi rengî fizîkî girtî ye, rewşa tenduristiya wî li gorî girtîbûna 22 salan dijwar e û ewlehiya wî şertên tecrîdê yên mutleq in ku rayedarên dewletê berpirsyar in. Di van mercan de, pêdivî pê heye ku her cure rewş bên nirxandin. Gelê Kurd gelek caran destnîşan kir ku 22 sal e birêz Ocalan ji bîr nekiriye, xwedî lê derketiye û ji bo ku ramanên wî bidin jiyandin, tê dikoşe.”

 ‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIKE’

Newroz Uysal da zanîn ku têkoşîna li hemberî pergala tecrîdê ya Îmraliyê hewcedariyeke çareserî û aştiyê ye û ji ber vê yekê divê hemû kes û saziyên ku xwe berpirsyar dibînin, ji bo ku  tecrîd bi dawî bibe, çi ji destê wan were bikin û got:  “Diyalog ji bo bidawîkirina tecrîdê gaveke girîng e da ku rê li ber muzakereyê veke. Wekî ku birêz Ocalan di vî warî de diyar kir, bi danezana ku me ya di 6'ê Gulana 2019'an de ji raya giştî re eşkere kir, amade ye ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze.”

ANHA


Mijarên Din