Newroz Ehmed: Têkoşîna YPJ’ê berdewam e

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed anî ziman ku wê têkoşîna wan ji bo Sûriyeke demokratîk berdewam bike. Hevseroka MSD’ê Emîna Omar jî meclisên leşkerî pîroz kirin.   

Bi dirûşma “Ji tunekirina terorê ber bi çespandina aramiyê ve” civîna salane ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li navenda Fermandariya QSD`ê ya li bajarê Hesekê bi axaftinan berdewam dike.

Li ser navê YPJ’ê endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed silav li hemû kesên amade kir û got: “Têkoşîneke 8 salan li hember hemû hêz û komên çete hate dayîn û êdî ketiye qonaxeke nû ku gelek deskeftî bi dest ve anîn. Di pêvajoya herî xeternak de şervanên YPJ’ê têkoşîneke bêhempa da meşandin. Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin jî, dê YPJ zêdetir bi erkên xwe rabe.”

‘Hêzên me dê xwe profesyoneltir bikin’

Newroz Ehmed axaftina xwe wiha pê de bir: “Bi yekitiya hemû pêkhateyan û hêza jinan de deskeftiyên dîrokî hatin bidestxistin. Ev deskeftî wê heya dawiyê bên parastin jî. Ji bo wê hêzên me wê xwe zêdetir perwerde bikin û profesyoneltir tev bigerin da ku ev xetereyên li ser me bi hev re em bi dawî bikin û li Sûriyeke demokratîk bijîn. Helwesta me wek YPJ diyar e ku heya dawiyê em ê bi erka xwe rabin. Azadiya me wekî jin, azadiya civakê ye. Têkoşîna me dê her berdewam bike.”

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Omar jî meclisên leşkerî yên hatine avakirin, pîroz kirin û got: “Hêzên me yên leşkerî, em bawer in ku vê qonaxa nû jî bi serkeftineke mezin derbas bikin. Hêza QSD’ê ji bo gelê herêmê cihê baweriyê ye ku hêzeke wekî DAIŞ’ê têk bir.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din