Neteweyên Yekbûyî: Dibe ku dewleta Tirk ji înfazan berpirsyar bê dîtin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser înfazên ku ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk ve hatin kirin û diyar kir ku dibe ku Tirkiye ji van înfazan berpirsyar bê dîtin.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê hiqûqa navneteweyî anî bîra dewleta Tirk ku operasyona dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.

NY’yê ragihand ku li gorî hiqûqa navneteweyî dibe ku Tirkiye ji înfazên ku ji aliyê komên ser bi Tirkiyê ve li Sûriyê hatine kirin, berpirsyar bê dîtin.

NY’yê her wiha kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wek mînak nîşan da û diyar kir ku ew der barê înfazên komî de agahiyan kom dikin.


Mijarên Din