‘Neteweya demokratîk rêya aştiya Rojhilata Navîn e’

Siyasetmedar Şêxmus Cuma got “Herêma Rojhilata Navîn ji ber mudaxeleyên derve û siyasetên kapîtalîzmê bûye gogeke ji agir. Her dewletek hewl dide hegemoniya xwe dûrî vîn û berjewendiyên gelên herêmê pêk bîne. Rêgeza neteweya demokratîk rêya tekane ya rûniştandina aştiya domdar li Rojhilata Navîn e."

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Di heman demê de ji sala 2011’an ve tecrîdeke girankirî li ser Ocalan tê ferzkirin. Bi rasthatina salvegera komployê aliyên demokratîk komployê şermezar dikin û dibêjin ji bo çareseriya Rojhilata Navîn fikrên Ocalan pêwîstiyek in.

Akademîsyen û siyasetmedarên ku fikrên rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, lêkolîn dikin û dibînin ku sedema sereke ya ku hişt gelek dewlet tev li komployê bibin û tecrîdê paşguh bikin, teoriya neteweya demokratîk e ku Ocalan pêşkêş kiriye.

‘HEDEFA KOMPLOYÊ FIKRÊN OCALAN E’

Siyasetmedar Şêxmus Cuma rêgeza neteweya demokratîk li akademiyên civaka demokratîk dide xwendin. Cuma got: “Fikrên Ocalan û teoriyên wî yên civakî bi taybet neteweya demokratîk, banga rûniştandina aştiyê, edaletê û biratiya gelan li Rojhilata Navîn dike. Her wiha yekitiya pêkhateyan mîsoger dike. Dewleta Tirk û tevahiya dewletên kapîtalîst rêgez û felsefeya neteweya demokratîk qebûl nakin. Ji ber ku li dijî desthilatê ye. Ji ber wê serkeftina vê rêgezê tê wateya hilweşîna pergalên desthilatdar û kapîtalîst. Lewra komploya navneteweyî di radeya yekemîn de ne kesayeta wî, lê belê rêgez û fikrên Ocalan kirin hedef."

‘LIHEVKIRINÊN NAVNETEWEYÎ ROJHILATA NAVÎN PARÇE KIR Û NETEWEYA DEMOKRATÎK HEWL DIDE CAREK DIN BIKE YEK’

Cuma got: “Piştî bidawîbûna Peymana Sykes-Picot, hêzên desthilatdar niha hewl didin herêma rojhilatê Firatê ji nû ve xêz bikin. Di vê nuqteyê de girîngiya perspektîfên Ocalan girêdayî pêşeroja gelên herêmê diyar dibe. Siyasetên kapîtalîzmê yên li ser parçekirina herêmê tên meşandin, li gorî rêgeza berjewendî û hegemonyayê ne. Ew jî dûrî berjewendiyên gel in. Mîna ku di Peymana Sykes-Picot de pêk hatiye. Teoriyên rêber Ocalan pêşkêş dike berovajî wê ne. Ocalan hewl dide sînorên siyasî tune bike, gel û pêkhateyên herêmî dûrî desthilatdariya dewletên neteweperest bike yek."

‘HERÊMÊN ROJAVA, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NIMÛNEYA JIYANA AŞTIYANE NE’

Cuma aştî, ewlehî û jiyana hevpar a di navbera pêkhateyan de mînak da û got: “Di heman demê de em şer û wêraniya li herêmên din ên Sûriyê dibînin. Herêmên ku rêgeza neteweya demokratîk tê de hatiye meşandin, di nav aştî û aramiyê de ne. Ev dide nîşandan ku fikrên Ocalan çi qasî ji bo herêmê girîng in.”

‘ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Di dawiyê de Şêxmûs Cuma got: "Herêma Rojhilata Navîn ji ber mudaxeleyên derve û siyasetên kapîtalîzmê bûye gogeke ji agir. Her dewletek hewl dide hegemoniya xwe dûrî vîn û berjewendiyên gelên herêmê pêk bîne. Rêgeza neteweya demokratîk rêya tekane ya rûniştandina aştiya domdar a li Rojhilata Navîn e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn