Netanyahu: Erdogan derewan dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja sêşemê piştî axaftina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li pêşiya Civata Giştî ya NY`yê got ew derewan dike.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post Benjamin Netanyahu wiha got: "Erdogan dev ji derewên xwe der barê Îsraîlê de bernade. Ew bû yê ku Kurd di welatê xwe de kuştin û ew ê ku sûcên mezin li dijî Ermenan înkar dike. Divê ev kes şîretan li Îsraîlê neke.”

Erdogan di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya NY`yê de rexneyên giran li Îsraîlê kirin û wiha gotibû: "Xaka Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve dagirkirî ye. Ev xak di cîhanê de ji cihên herî zêde ku rastî zilmê tê."

 (bx)


Mijarên Din