Netanyahu: Em ê li seranserê herêmê li Îranê bidin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Îran bi êrişa li dijî keştiya Îsraîlê tawanbar kir û got ew ê li seranserê herêmê li Îranê bidin.

Şeva Înê keştiyeke Îsraîlê li Kendava Umanê bi 2 moşkan hatibû hedefgirtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got:“Xuya ye ku ev êriş ji aliyê Îranê ve pêk hatiye. Ew dijminê mezin ê Îsraîlê ye. Em ê li seranserê herêmê li Îranê bidin.”

Keştiyeke bazirganiyê ya Îsraîlê roja Înê dema ku ji bajarê El-Demam ê Siûdiyê berê xwe dida Sîngapûrê, li bakur rojavayê Kendava Umanê rastî êrişekê hat.

Netanyahu wiha domand: “Ya ji wê girîngtir ew e ku Îran bi peyman an bê peyman dê nikaribe çekên nukleerî bi dest bixe. Min ev yek ji dostê xwe Jeo Biden re got.”

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku li gorî lêkolînan, Îran berpirsa sereke ya êrişa li dijî keştiya Îsraîlê ye.

(cx)


Mijarên Din