Nemsa...Di xwepêşandanê de êrîşên dagirker li ser Bakur û Rojhiatê Sûriyê hatin redkirin

Kurdên li Viyana paytexta Nemsayê dimînin daketin qadan û di xwepêşandanekê de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red kirin.

Xwepêşandan di kolanên Viyena re meşiya û li pêşiya avahiya wezareta derve ya Nemsayê sekinî û daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate şermezarkirin.

Kurdên li bajarên Ewropayê dimînin, çalakiyên cûr bi cûr û xwepêşandan li dijî van êrîşan didomînin û şermezar dikin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din