Neiso: Îro hêz û bawerbariya Emerîka di xeteriyê de ye.

Nivîskar û parêzerê sûrî Hisên Neiso bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku gefên Tirkiyê cidî bigire,  ji ber ku tunekirina Kurdan armanc dike. Her wiha tekez kir ku hêz û bawerbariya Emerîka di xeteriyê de ye û eger Tirkiye êrîş bike dê xuyanga wê ya hundirîn û cîhanî wek parêzvanê nirx û mirovahiyê biheje.

Nivîskar û parêzerê sûrî Hisên Neiso di gotarek a ku Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê weşandibû de got: “Xuyaye Erdogan ji lûtkeya sêyemîn a dawîn bi Pûtîn û Rohanî re di 16-9-2019`an de bi şêwazeyekê sorkirî derketiye ji bo ku li hember hevalbendê xwe yê NATO`yê DYE`yê li rojhilatê Firatê bisekine. Yan jî şantaj bike. Yanî xwe û helwesta xwe bi armanca ku wê deyne ber du berbijarkan zelîl bike. Yan wê Tirkiyê êrîş bike yan jî dê Emerîka ji Bakur û Rojihatê Sûriyê derkeve û qada sûrî li wir ji hirça rûsî re bihêke da ku çawa dixwaze pê bike."

Neiso wiha  domand: "Lewra em dibînin ku asta gefên Tirkiyê di êrîşkirina herêmên kurdî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî lûtkeya sêyemîn zêde bûye. Ew gef mîna şimaqekê di rûyê DYE`yê de ye. Ji ber ku ji aliyekê ve Tirkiyê lihevkirina sêalî di navbera wê, Emerîka û QSD`ê de girêdayî vedîtine mekanîzmeyka ewlehyiyê ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de binpê dike. Emerîka û Hêzên Sûriyê Demokratîk tiştên ku dikevin ser milên wan li gorî lihevkirinê bi temamî pêk anîn.

Ji aliyekî din ve ev gef niyetên Tirkiyê yên rastîn di qutkirina axa Sûriyê û dagirkirina beşên din de û tunekirina hebûna kurdî ya dîrokî  eşkere dikin. Tirkiyê dixwaze "Deverên nijadperestî" li herêmên kurdî ava bike û penaberên sûrî yên li Tirkiyê di wê herêmê de bi cih bike ji bo ku kemberek erebî û turkmenî sinî bi rêveberiya komên çeteyan ên sûrî ji alîgirên wê li ser dirêjahiya sînor ava bike.

Lewra DYE`yê îro li pêşberî pirsgirêkên cidî ne û hebûna wê li bakurê Sûriyê tehdîd dike bi taybet eger Tirkiyê gefên xwe pêk anîn û êrîşî herêmê kir. Her wiha Emerîka dê hêz, cih û rola xwe ya pêşeng wek hêzeke mezin winda bike. Ew jî ji bilî hejandina xuyanga wê ya hundirîn û cîhanî wek parêzvanê nirx û mirovahiyê bi rêya parastina şirîkên xwe Hêzên Sûriye Demokratîk. Ev hêz li şûna cîhan û Emerîkayê şerê hovantirîn rêxistina terorîst li cîhanî yanî DAIŞ`ê kir."

Neiso tekez kir ku îro hêz û bawerbariya Emerîkayê di tehlukeyê de ye. Divê Emerîka bi rêya sekinandina li hember Tikriyê ya ku har bûye, xuyangê wek hêzeke mezin vegerîne û lixavê deyne ser devê Erdoganê pozbilind ê ku bi nexweşiya dînbûna mezinahiyê ketiye.

Nivîskar daxwaz ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)kir ku cidî li gefên Tirkiyê meyze bibe û diyar kir ji ber ku ev gef ne wek yên pêştirin û vê carê ji aliyê Rûsiya, Îran û Sûriyê ve hatine handan û piştgirîkirin. Herwiha da zanîn ku ji aliyekî ev gef bi awayekî veşartî ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve yali hemberî gefên Tirkiyê ya derbarê şandina penaberan ber bi Ewropa ve, hatiye piştgirîkirin. Dîsa ji ber rewşa hundirîn a Tirkiyê û lawazbûna AKP`ê ev gefa êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek pêdiviyeke giring ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dîtin.

Nivîska ev yek jî tekez kir ku, divê hêzên QSD`ê bi awayekî yekcarî û mutleq ne li benda Emerîka bin û her xalekê deynin ser herf û tîpa wê. Herwiha got ku divê zanibin ku jinavbirina hebûna Kurd, hegr kurd bixweze li berxwe bide yan radest bibe jî bi êrîşên Tirkiyê hetiye hedefgirtin û Efrîn jî nimûneyeke başe li ser wê yekê û wiha pêde çû:``Heger Tirkiyê xwe şaş bike û êrîş bike, yek bijarde li pêşiya QSD`ê heye ew jî berxwedan e û bi dirêjahiya sînor ji Dirikê heya Efrînê hemû cebjeyan vêxe û tevahiya kaxezên xwe yên wek bîrên petrolê û girtiyên DAIŞ`ê deyne da zêdetir fişarê bide ser Emerîka û hevpeymanên wê ku sozên xwe yên exlaqî ya parastina herêmên Bakurê Sûriyê, pêkbînin.``

(şx-rr)

ANHA


Mijarên Din