Nedihate aqilê wî ku rojekê wî karî bike

Di nav malên wêrankirî de li amûrên kehrebeyê yên xirab digere û sererast dike da ku sûdê jê wergire. Her wiha alîkariya şêniyên Efrînê yên di nav kampan de jî dike.

Umer Elî Mihemed her roj ji berbanga sibehê ve ji Kampa Berxwedan derdikeve û di nav malên wêrankirî de li amûrên kehrebeyê yên xirabe digere da ku sererast bike yan jî sûdê ji beşên wê di sererastkirina amûrên din de bigire.

Umer Mihemed Elî (45) yê ji şêniyên gundê Basoanê yê girêdayî navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê,  mîna şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di destpêka sala borî de tevî hevser û 4 zarokên xwe ji gundê xwe derket.

Mihemed Elî xwediyê dikana kirîn û firotina erebeyan bû. Li dû xwe 6 erebe di dikana xwe de hiştin. Piştre zanî ku çeteyên dagirkeriyê hemû dizîne. Îro parçeyên kehrebeyê yên xirabe çêdike, difiroşe û qûta malbata xwe peyda dike.

Di serdana konê Mihemed Elî de mirov dibîne ku ew di bin konê xwe de ya ku mîna werşeyeke kar xuya dibe û tê de parçeyên amûrên kehrebeyê rêz kirine, bi karê xwe bi amûrên kehrebeyê yên ku di gerên xwe de kom kirine, mijul bûye. Wan bi awayekî pisporane ku nîşaneyên serkeftinê li ser rûyên wî belî (xuya) dikin, çêdike. Parçeyekê ji amûrekê derdixe û dixe ya din. Piştre diceribîne û tekez dike ka dixebite yan na.

Mihemed herî zêde merwehe (perwane), sarinc û cilşoyan temîr dike.

Mihemed wan amûran bi buhaneyên guncaw difiroşe şêniyan da ku barên şêniyên Efrînê yên di nav kampê de sivik bike.

Mihemed Elî dibêje ev ne pîşeya wî ye û rojekê texmîn nedikir ku di vî warî de bisebite û wiha domand: "Diviyabû min debara malbata xwe peyda kiriba, tevî ku şênî li vir bi hewcedariya mîna van amûran in. Bi taybet merwehe û sarinc di meha havînê de. Lewre karê di vî warî de hate aqilê min. Ji aliyekî ve ez debara malbata xwe peyda dikim û ji aliyekî din ve ez alîkariya şêniyan dikin. Bi rêya karê xwe şênî neçar namînin buhayên zêde bidin bi taybet li gel şert û mercên koçberiyê û şer."

Dema mirov serdana konê Mihemed dike bi giyana geş, israra berxwedanê heya rizgarkirina herêmê ji dagirkeriyê û vegera warê xwe dihese. Mihemed wiha dibêje: "Em ê mistehîlan bikin, eger bê xwestin em ê zinar bikolin da ku jiyana xwe bidomînin. Ji bo vegera warê xwe piştî rizgarkirinê her tişt pêşkêş dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din