Necimedîn Mele Umer: Li hemberî tecrîda giran, fikirê Ocalan bûye çirayek ji gelê şoreşger re

Necimedîn Mele Umer diyar kir ku vîna rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda giran jî têk neçûye û berovajî vê yekê bi xurtbûna tevgera Azadiyê aliyên kevneperest û nijadperset tên çewistandin.

Sekerterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimedîn Mele Umer têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

Necimedîn Mele Umer da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li tu cihekî li cîhanê tune ye û got: "Ji ber ku bandora fikir û felsefeya rêber Ocalan li ser tevahiya Kurdistanê heye û şoreşeke demokratîk ava kiriye, dewleta Tirk jê ditirse."

Mele Umer wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk difikire ku heta rêber Ocalan girtî be dê doza gelê Rojavayê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê bi aloz be. Lê ew nizanin ku bîrdoziya Ocalan bûye dibistaneke wekî çirayekê ji bo gelê şoreşger û gelê Kurd."

Mele Umer diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk li pişt tecrîda li ser rêber Ocalan e, lê belê hêzên hegamon û nijadperest yên ku gelan qir dikin jî hene.

Her wiha Mele Umer daxuyand ku pirsgirêk û aloziya li Rojhilata Navîn bi tecrîda li ser rêber Ocalan ve girêdayî ye, ji ber ku Ocalan xwedî raman û fikirên kûr û berfireh e û wiha domand: "Heke kesayetekî din jî wekî rêber Ocalan banga wekhevî û derketina li dijî qirkirina gel û welat bikira, helbet wê şerê wî jî bihata kirin. Lê bi xurtbûna fikirê rêber Ocalan Tevgera Azadiyê aliyên qirker û nijadperest tên çewisandin."

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimedîn Mele Umer wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke ji fikire û fikira rêber Ocalan natirsin, çima bernadin? Lê belê tê bi girtin û tecrîda li dijî rêber Ocalan re, eşkere dibe ku dewletên hegamon ji fikir û felsefeya rêbertî ditirsin, lewma bernadin, jê jî Amerîka û dewletên Ewropa."

 ANHA


Mijarên Din