‘Ne gengaz e ku Rêveberiya Xweser were dûrxistin’

Çalakgerê siyasî û hiqûqnasê ji Sûriyê yê muxalîf Luqman Iyana got “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyê nimûneya herî baş e. Divê bibin beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê û xêzkirina pêşeroja wê. Ne gengaz e ku Rêveberiya Xweser were paşguhkirin an jî dûrxistin."

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca lidarxistina kongreyeke neteweyî ji bo hêzên opozîsyona demokratîk a Sûriyê gavên nû avêtin. MSD’ê gelek werşeyên kar li derveyî welat li dar xistin. Di wan warşeyan de erk, armanc û nêrînên xwe yên nîştimanî û demokratîk ên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê şîrove kirin.

Çalakgerê siyasî û hiqûqnasê Sûriyê yê muxalîf Luqman Iyana beşdarî werşeya li Viyanayê ya di 12 û 13’ê Tîrmehê de bûbû. Iyana der barê projeyên MSD’ê de wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweser di vê demê de li gorî projeyên din ên ku li ser qada Sûriyê hatine pêşkêşkirin, nimûne û projeya neteweyî ya herî baş e.”

Iyana diyar kir ku nîqaş û encamên werşeya ku li Viyanayê hat lidarxistin, serkeftî bûn û wiha axivî: “Beşdaran ji nêz ve tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir û ji wan re îdiayên li derve girêdayî armancên meclisê têne kirin, zelal bûn. Lidarxistina kongreya diyaloga Sûrî-Sûrî divê MSD`ê lidarxistina werşeyên xwe bi hêzên opozîsyonê re li dewletên Ewropayê yên din berdewam bike.”

Iyana destnîşan kir ku gelê Sûriyê ji ber destwerdanên derve nikare çarenûsa xwe diyar bike û wiha pê de çû: “Çareseriya leşkerî li Sûriyê bi bin ket û Sûriye ber bi tuneleke tarî ve bir. Divê gelê Sûriyê li hev kom bibe û aloziya xwe çareser bike. Ji ber ku ew xwediyên vê erdê ne, xwedî dîrokeke kevnar, rêgeza jiyana hevpar û berjewendiyên ji ajandeyên derve bi hêztir in.”

Di dawiyê de Luqman Iyana tekez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyê nimûneya herî baş e û got: “Divê bibin beşeke çalak ji çareseriya aloziya Sûriyê û xêzkirina pêşeroja wê. Ne gengaz e ku Rêveberiya Xweser were paşguhkirin an jî dûrxistin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din