Nayil El-Cewabre: Aboriya Tirkiyê di rewşa xwe ya herî dijwar de ye

Şîrovekar û pisporê aborî yê Îmaratî Nayil El-Cewabre teqez kir ku ji ber siyasetên Erdogan ên şaş aboriya Tirkiyê di pêvajoya xwe ya herî dijwar de ye. El-Cewabre destnîşan kir ku mudexeleyên Erdogan di saziyên aborî de di bin navê "reformê" de destpêka dawiyê wê bû.

Aboriya Tirkiyê li gel daketina nirxa lîreya Tirkiyê û geşpêdana aborî di rewşeke pir xirab de ye. Ew jî bi awayekî fermî hişt li welêt kesad çêbibe.

Nakokiya di navbera hikumeta Erdogan û Washingtonê û welatên rojava de ji doza girtina keşeyê Amerîkî  bigire heya peymana S 400, vekolandina petrol û gazê li Qibrisê, tevî mudexelekirina saziyên aborî yên welêt, encamên van aloziyan e.

Çavdêr diyar dikin ku paşdeçûna lîreya Tirkiyê li gel siyaseta binketî ya Recep Tayyîp Erdogan  êdî ji kontrolê derketiye û Tirkiyê di aliyê aborî de li pêşberî rojên dijwar e, tevî nakokiya siyasî yên li Tirkiyê derketine pêş. Ji bo naskirina rewşa aboriya Tirkiyê û pêşeroja wê, şîrovekerê û pisporê aborî y ê Îmaratî Nayil El-Cewabre ji ajansa me re axivî.

Çirûska aloziya aborî ji nakokiya di navbera Enqere û Washingtonê de destpê kir

El-Cewabre yê ji bajarê Dubeyî yê Îmaratî wiha dest bi gotinên xwe kir: "Çirûska aloziya di navbera Enqere û Washingtonê de piştî girtina keşeyê Amerîkê ji aliyê Tirkiyê ve û ragihandina Tirkiyê ku ew cezayên Washingtonê li ser petrolê Îranê ferz kiriye, nîne cih destpê kir. Tevî wê jî hindek bankên Tirkiyê cezayên ku DYA`yê li ser Îranê ferz kirine binpê kirin. Herî dawî jî siyasetên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan û mudexeleyên wî di banka navendî de. Her wiha Erdogan bilindkirina rêjeya faydeyê red kir. Ev hemû aboriya Tirkiyê û lîreya Tirkiyê gihand vî halî."

Tirkiyê komên xirabker ji bo firehkirina hegemoniya xwe li herêmê bi kar anîn

Girêdayî encamên mudexeleya hikumeta Erdogan di nakokiyên herêmê de El-Cewabre got: "Tevlîbûna Tirkiyê ya neyînî di aloziyên herêmê de, di serî de aloziya Sûriyê û dosyayên wê yên girêk, tevî mudexeleyên wê di karûbarên dewletên herêmî de, bû sedema ku têkîliyên wê bi gelek dewletên herêmê re nakok bin."

El-Cewabre wiha domand: "Tirkiyê wan koman ji bo firehkirina hegemoniya xwe li herêmê bi kar tîne. Ev kom an jî alî bi hewcedariya hev in da ku hegemoniya xwe xurt bikin. Tirkiyê bi tena serê xwe bêyî rola wan rêxistinên xirabker nikare bibe çêkera biryarê siyasî li herêmê. Zêdebûna nakokiya di navbera Tirkiyê û hevkarên wê yê aborî de, di serî de Washington piştî peymana S 400 û israra Tirkiyê di berdewamkirina peymana bi Rûsyayê re, dibe ku nakokiya heyî baweriya navdewletî bi aboriya Tirkiyê qels bike. Dibe ku windahiyên wê zêde bibin eger Trump sozên xwe di zêdekirina cezayan de li ser Tirkiyê bîne cih."

Desteka Qeter siyasî bû û tu fêde li Tirkiyê nekir

Qeter hewl da alîkariya Tirkiyê di aloziya wê ya aborî de bike, girêdayî wê El-Cewabre ev tişt anî ziman: "Heta niha me tu pêşketinek di aboriya Tirkiyê de û ne jî pere  nedît. Desteka Qeterê bêtirî aborî, destekek siyasî bû. Ji ber ku di helwestên siyasî e ya her du welatan  girêdayî dozên herêmî û navdewletî nêzîkbûneke heye. Dema Qeterê desteka xwe ji Tirkiyê re ragihand, heta demeke kin rewşa lîreya Tirkiyê baş bû, lê dîsa vegerî rewşa xwe ya xwezayî û ya ku ji hêla aboriya filî ve ne kêlî hatiye texmînkirin."

Boykota Kendavê yek ji bahozên ku li aboriya Tirkiyê daye

Têkildarî rola boykota Kendavê li ser aboriya Tirkiyê El-Cewabre dibêje: "Helbet turîzma Kendavê rolek mezin di geşkirina turîza Tirkiyê de dilîze. Ev boykot yek ji bahozên ku li aboriya Tirkiyê daye tê hesibandin. Ji ber ku hemwelatiyê kendavê êdî dema diçe Tirkiyê ne fehesî ye. Sedem jî çapemeniya Tirkiyê ye. Çapemenî dem demê dewletên kendavê rexne dike û bi awayekî ne yekser li dijî wan tehrîk dike."

El-Cewarbe wiha domand: "Nîşaneyên derfirotinê ya wezareta turîzmê ya Tirkiyê diyar kir ku hejmara turîzman bi rêjeya ji sedî 8.12 di meha Adara 2019`an de li gorî heman mehê di sala 2018`an de paşde çûye. Ev jî destnîşan dike ku warê turîzmê ya Tirkiyê aloz e. Warê turîzmê wek hespê serkeftî ji aboriya Tirkiyê re tê hesibandin û li gorî serjimariya sala 2018`an her sal zêdetirî 32 milyar dolar ji Tirkiyê peyda dike."

Rexneya Erdogan ji banka navendî re binpêkirinek e

Têkildarî girtekên Erdogan ji bo guhertina berpirsên aborî El-Cewabre dibêje: "Helbet derxistina Erdogan muhafizê banka navendî ji wezîfeya wî nabe çareserî yan jî pirsgirêk di aboriya Tirkiyê de. Ev mudexele binpêkirinek ji hêla serokkomarê ve ye. Erdogan her tim û bi awayekî dubarekirî israra bankê di hiştina rêjeyên faydeyê de di astek  bilind de rexne dike. Ev jî ji bo sûk û kiradaran şokek e. Neserxwebûna banka navendî û zelaltiya(şefafiya) malî banoderk wê ya neyînî li ser lîreya Tirkiyê heye."

Di cîhanê de Erdogan xwediyê ecêbtirîn teoriyên aborî ye

El-Cewabre ev tişt diyar kir: "Muhafizê banka navendî yê kevin li gorî matiqek aborî rast di dansûstandina bi buhayên fayedayê re dimeşî. Lê ev tişt ne li gorî daxwaza Erdogan bû. Erdogan xwediyê teoriya aborî ya herî ecêb li cîhanê ye. Erdogan bawer dike ku kêmkirina buhaya faydeyê dihêle qeyran paşde biçe. Lê diyar e berjewendiya kesayetî û malbatî bi hêztir bûn, ruxmî siyasetên çewt ên Erdogan û zavayê wî El-Beyrak ên ku bûn sedema mezinbûna qeyrana aborî. Parêzgarê banka navendî temenê wê tiştî da."

Têkildarî sedemên paşdeçûna aboriya Tirkiyê El-Cewabre got: "Hertim me ji serokkomarê Tirkiyê dibhîst ku ew komployek siyasî li dijî Tirkiyê heye. Ew jî wek hewldanên bêçare ji bo hinctgirtina paşdeçûna zêde ya buhaya serfkirina lîreya Tirkiyê li hember dolara Amerîkî tê hesibandin. Ev isbat dike ku aboriya Tirkiyê aloz e. lê rewşa heyî destnîşan dike ku ev alozî ne welîdê kêliyê ye lê di encama perspektîvên rêveberiya Tirkiyê de ne, li ser her du astên siyasî û aborî.

Gavên Erdogan di bin navê guhertinê de destpêka dawiya aboriya Tirkiyê ye

El-Cewabre dibîne ku pêşeroja abroiya Tirkiyê ber bi kesadê ve diçe li gel metirsiyên deynan. El-Cewabre wiha berdewam kir: "Deyn li pêşiya Tirkiyê astengiyek mezin e. Ruxmî ku bankên Tirkiyê di van çend salên dawîn de 50 milyar dolar ji vî warî re pêşkêş kirine, lê rêjeya deynên Tirkiyê hertim dibin mijara gotegotan li gel nepêşkêşkirina çareseriyên bingehîn jê re. Aboriya Tirkiyê di pêvajoya herî xirab re derbas dibe. Ji aliyên qeyran yan jî kêmbûna buhaya lîreya Tirkiyê yan jî balkişandina istismaratan û tevgera bazirganiyê û mezinbûna asta bêkariyê heta rêjeya ji sedî 14 aboriya Tirkiyê xirabtirîn 5 aboriyên cîhanê tê hesibandin. Ji deh salan ve ev rêjeya bêkariyê ya herî bilind e."

Di dawiyê de El-Cewabre got: "Bi awayekî diyar û eşkere bandora wê li hilbijerê Tirk bi taybet di hilbijartinên Tirkiyê û dubarekirina wê de me dît. Ji serdemek û nîv ev şikastina partiyê ya herî xirab e. Ji bo geşpêdana welêt Erdogan bi lez soza pêkanîna guhertinên nû da. Ev jî destpêka dawiyê ye."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din