Navên şehîd û birîndarên komkujiya li Til Rifetê eşkere bûn- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujiyeke din pêk anî. Navên kesên ku di êrişa îro ya li ser navçeyê de şehîd û birîndar bûne, eşkere bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro êrişî navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir.

ANHA`yê navên 3 sivîlên ku ji ber topbaranê şehîd ketine, bi dest xistin. Navên wan wiha ne; Nazliye Mihemed Mistefa û her du zarokên bi navên Macid Yasir Sekran (5) û Ebdulmihsên Sekran (12).

Li gorî agahiyan, Nazliye ji koçberên Efrînê ye û tevî malbata xwe piştî dagirkirna Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, berê xwe daye kantona Şehbayê.

Navên birîndaran wiha ne:

Mihemed Nûrî Yûsif (35)

Mihemed Sekran

Ehmed Ebdulhesen Sekratn (33)

Elya Heyder Hebeş (19)

Xalid Mihemed El-Elî (46)

Sadiq Mihemed Ebdo (15)

Xalid Dodix (33)

Seededîn El-As (30)

Mezlûm Îbrahîm Dado (31)

ANHA


Mijarên Din