Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê bi xwendin û nîqaşkirina bernameya kar berdewam dike.
Bernameya kar ji pêşniyarên berê yên di panel û civînên gel ên ku MSD`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistibûn, pêk tê û seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bernameya kar xwend.
Bername wiha ye:
"Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin, serkeftinên QSD`ê di şerê li hemberî terorê de bi dest xistin, li Bakur û Rojhilê Sûriyê ji bo berdewamkirina projeya diyalogên sûrî-sûrî, MSD`ê 13 panel li dar xistin. Her wiha li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mîsogeriya wekheviyê, demokrasî bi cih bibe, mafên pêkhateyên li Sûriya yekbûyî werin parastin, hevkariya di saziyên Rêveberiya Xweser de xurttir bibe û rêveberiyên xweser û sivîl bi pêş bikevin, bi gel re civiya.
Di heman demê de, nûnerên pêkhateyan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û li ser wî esasî, îro Kongreya Nîştimanî yê Şêniyên Cizîr û Firatê li dar dikeve û piştrast dikin ku tekane rêya çareseriya siyasî ya li Sûriyê, diyalogên nîştimanî ye. Em dûrî ajandeyên derve bikevin û xwe bispêrin pîvanên demokrasiyê, pirrengî û nenavendîbûnê, pê re ber bi Sûriyeke li ser bingeha biryara NY’yê ya 2254’an were avakirin û dawî li terorê bê, garantiya azadiyê û mafan çêbe, qanûn, adaleta civakî û wekhevî pêk werin. Koçber vegerin malên xwe, dawî li guherandina demografiya herêmê were, girtiyên siyasî serbest werin berdan û çarenûsa kesan were eşkerekirin. Der barê van xalan de lihevkirin çêbû:
- Yekitiya xaka Sûriyê divê were mîsogerkirin.
- Li ser bingeha biryara NY’yê ya 2254’an divê aloziya Sûriyê were çareserkirin û MSD beşdarî çareseriya siyasî bibe.
- Bi hemû aliyên Sûriyê re yên ku baweriya xwe bi çareseriya siyasî tînin, bêyî cudahî, diyalog werin berdewamkirin.
- Îsal ji bo hilbijartinên herêmî yên herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilê Sûriyê amadekarî werin kirin.
- Ji nû ve sazûmaniya hin saziyên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were guhartin, da ku sîstema burokratîk kêmtir bibe.
- Kar û xebatên xebatkarên rêveberiyê ji nû ve werin nirxandin û rêveberî were pêşxistin û berfirehkirin û sîstema teknokratiyê were meşandin.
- Aştî û ewlehiya civakî were parastin, têgehên welatîbûnê bi cih bibin, aliyê din were qebûlkirin, têkoşîna li dijî tundrawan û nîjadperestiyê derkeve pêş û ji bo pêşî li fitneyan were girtin, divê hevgirtina pêkhateyan xurttir bibe.
- Di şerê li dijî terorê de divê bi piştgiriya Koolîsyona Navneteweyî piştgiriya QSD`ê were kirin, da ku ewlehî û aramî were parastin.
- Dadgeh li ser bingeha serxwebûnê werin sererastkirin.
- Divê saziyên ewlehiyê pabendî qanûn û fermanên dadgehan bin, li gorî rêgezên mafên mirovan karê xwe bi pêş bixin.
- Li hemberî gendeliyê têkoşîn were kirin û di saziyên Rêveberiya Xweser de komîteyên çavdêriyê werin xurtkirin.
- Ji bo aboriyê planên stratejîk werin danîn û xebata veberhênanê were hêsankirin û divê destpêkê rê bidin veberhênan nîştimanî.
- Rêveriya Xweser kel û pelan û madeyên sereke peyda bike, rê li pêşiya keysbaziya bazarê bigire û buhayên madeyan li gorî debara welatiyan diyar bike.
- Têkoşîna li dijî qaçaxiyê, kontrolkirina sînoran û dergehan were xurtkirin û ji nû ve biryarnameyên bacan di ber çavan re werin derbaskirin.
- Piştgiriya cotkaran û qada çandiniyê were kirin, pêwîstiyên çandiniyê werin dabînkirin û hilberîn bi rê û pêk werin firotin, nexasim sewalkarî û hilberînên çandiniyê.
- Sîstema perwerdeyê were pêşxistin, materyalên zanistî werin diyarkirin û asta kadroyên perwerdeyê were bilindkirin û ji bo îtîrafa bi bawernameyan çareseriyek were dîtin.
- Bang li civaka navneteweyî were kirin ku ji bo xwebatên ji nû ve avakirinê, da ku koçber vegerin malên xwe û serî de Reqayê.”
Di van kêliyan de bername tê nîqaşkirin û beşdar dengên xwe didin.
(eh)
ANHA