Navendeke îstixbaratê ya Îsraîlê: DAIŞ li benda derketina hêzên DYA’yê ji Iraqê ye

Piştî têkçûnê DAIŞ hewl dide stratejiyeke nû pêk bîne ku parastina endamên xwe û rêxistinê bike. Ew jî bi rêya êrişên ferdî heta ku DYA ji Iraqê derkeve.

Li gorî Navenda Agahiyan a Îstixbarat û Terorê ya Îsraîlê, çeteyên DAIŞ’ê par dest bi hewldana vegera hêza xwe ki. Piştî ku pêkanînên wê yên leşkerî û madî hatin derbekirin, bi wê re jî neçar ma rêbaza kar û hedefên xwe biguherîne.

Navendê daxuyand ku derbeyên li dijî DAIŞ’ê ew nekuşt, lê belê hişt li ser lingan bisekine, her wiha niha xebata ji nû ve birêxistinbûna xwe dike û êrişan li gelek parêzgehên Iraq û Sûriyê pêk tîne.

DAIŞ stratejiyeke nû pêk tîne û vegerî rêbaza çetetiyê. Her wiha bi demkî ji avakirina "dewleta xîlafetê" di vê demê de xwe dadixîne, şerê çetetî û çalakiyên terorî pêk tîne.

Her wiha parastina çeteyên xwe yên li Sûriyê û Iraqê dike, nenavendiyê di pergala fermandariyê ya li tevahî parêzgehan de pêk tîne, parastina yekitiyê dike, nahêle jêveqetîn çêbe û pergala xwe ya çapemeniyê nûjen dike.

Li gorî navendê, dê ev strateji bi awayekî mezin bandorê li rêbaza DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyê bike, her wiha navendê destnîşan kir ku DAIŞ li hember ji nû ve bilindkirina şer li Iraqê di pêşerojê de ye, bi taybet dema ku hêzên DYA’yê jê derkevin.

(fr)


Mijarên Din