Navenda Tenduristiyê ya Şedadê tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê zêde kirin

Navenda Tenduristiyê ya Gel a Şedadê ya ku rojane zêdetirî 300 nexweşî pêşwazî dike, piştî hate ragihandin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşên nû yên Koronavîrusê derketin, navendê ji bo parastina nexweşan, tedbîrên hişyarê digire.

Navenda Tenduristiyê ya navçeya Şedadê xebatên xwe rojane ji zêdetirî şêniyên 500 gundên girêdayî navçeyê re pêşkêş dike. Piştî ku Desteya Tenduristiyê ragihand ku gelek şêniyên herêmê bi Koronavîrusê ketine, navendê tedbîrên hişyariyê ji nû ve girtin da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê bigire.

Ji bo wê, rayedaran navendeke karantînayeê ava kir, hinek endamên navendê ji bo pîvana pileyên germahiyê yên nexweşên navendê diyar kirin û pêkanîna rêgeza dûrketina ji hev.

Elî El-Seîd endamek kadroya tenduristiyê ya navendê ye û destnîşan kir ku ew navendê ji bo pêşwazîkirina nexweşan, di şertên cuda de amade dikin. Ji ber ku navenda tekane ya li herêmê ye û xebatên xwe ji şêniyên zêdetirî 500 gundên gundewarên Şedadê re pêşkêş dike.

El-Seîd bal kişand ser ku di çarçoveya girtina tedbîrên xweparastinê de ji avakirina karantînayê û amûra pîvangirtina germahiyê, nexweşan pêşwazî dikin.

Her wiha El-Seîd bi bîr xist ku rojane zêdetirî 300 nexweş serdana iyadetên navendê dikin, bi taybet iyadeta zarokan û jinan. Rojane zêdetirî 8 pitik di dema zayînê de dimirin.

Rayedarên navendê hewl didin dermanên pêwîst bê pere ji nexweşan re peyda bikin bi taybet ên ku li dermanxaneyan tune ne.

Di dawiyê de El-Seîd bang li nexweşan kir ku tedbîrên xweparastinê û hişyariyê bigirin ji ber ku ev pandemî xeternak e û heger tedbîrên xwe negirin dê karesateke mirovî li herêmê rû bide.

(şx)

ANHA


Mijarên Din