Navenda tenduristiyê ya bajarokê Sirînê 24 seatan xizmetê dike

Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Sirînê ya başûrê Kobanê seatên kar zêde kirin. Navend wê 24 seatan dewam bike.

Navenda tenduristiyê ya bajarokê Sirînê yê başûrê bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê rojane di navbera 150 heta 200 nexweşî pêşwazî dike. Li gel vê yekê heke pêwîst bike, hin rewşan radikin nexweşxaniyên bajarên derdorê.

 Tevî êrişên li dijî herêmê, êrişên derve, zext û gefan lê dîsa jî navend bi kar û xebata xwe radibe.

Di vê çarçoveyê de hemşîrê bi navê Hemûd Fahî got: “Rojane em pêşwaziya 150 heta bi 200 nexweşî dikin. Her yek ji me 3 seatan kar dike. Her sirak 8 seatan dixebite, bi vî awayî 24 seatan nexweş têne dermankirin.”

 

Di demên dawîn de navenda tenduristiyê abulansek anîn û niha nexweşan radikin nevendê ya jî ji navendê dibin nexweşxaneyên Kobanê yan Minbicê.

Her wiha navend pêşwaziya jinên ducanî dike û heke pêwîst bike wan radikin nexweşxaneya bajarê Kobanê. Ji ber ji bajarokê Sirînê re ew nêzîktirîn nexweşxane ye.

Her wiha her meh zarokan li navenda tenduristiyê têne aşlekirin. Navenda Tenduristiyê li gel vê yekê dermananên wekî dil û şekir bi amadebûna kadroyên tenduristiyê belav dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din