Navenda tenduristiyê tevî derfetên kêm jî alîkariya koçberan dike

Navenda tenduristiyê ya li kampa koçberên Girê Spî tevî derfetên kêm jî, koçberên nexweş pêşwazî dike û perspektîfên xweparastinê dide.

Navenda tenduristiyê ya kampa koçberên Girê Spî ya girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Girê Spî, ji tîmeke tenduristiyê ku 24 saetan nobetê digire, pêk tê. Tîma tenduristiyê ji bijîşkekî, dermanfiroşekî û hejmareke hemşîreyên alîkar, her wiha ji odeyeke nexweşiyên jinan pêk tê û rojane derdora 100 nexweşî pêşwazî dike.

Li kêlek dermankirina nexweşan, tîma tenduristiyê perspektîfên tenduristiyê yên taybet ji bo dûrxistina xetereya Koronavîrusê ji kampê, perspektîfên tenduristiyê dide şêniyên kampê.

Dermanfiroş Fadil Çawîş bang li şêniyên kampê kir ku perspektîfên tenduristiyê pêk bînin û tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê bigirin û di konên xwe de bimînin. Çawîş wiha dewam kir: "Tevî ku aliyên peywendîdar û rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî piştgiriya tenduristiyê ya pêwîst nadin jî, lê belê em hewl didin hemû xizmetên tenduristiyê bidin koçberên kampê. Em banga pêşkêşkirina alîkariya tenduristiyê bi awayê tê xwestin dikin da ku em karibin vê qonaxa xeternak ku tevahî cîhan ji ber belavbûna Koronavîrusê tê re derbas dibe, derbas bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navenda tenduristiyê ya li kampa koçberên Girê Spî, di 5`ê Adara borî de piştî ku Rêxistina Heyva Sor ji ber kêmbûna piştgiriya rêxistinên mirovî û yên tenduristiyê yên navneteweyî karê xwe rawestand, ket xizmetê.

cx

ANHA


Mijarên Din