Navenda tenduristî ya Til Şayir xizmetî 30 hezar şênî dike

Bajarokê Til Şayir dûrî navçeya Deşîşa bi nêzî 4 km. Rêveberiya Xweser li  Til Şayir navendeke tenduristiyê û li rexê gelek saziyên xizmetguzariyê di 5’ê Îlonê de, vekirin. Di navendê de gelek alavên tenduristî û bijîşkî yên nûjen hene. Navend xizmeta 30 hezar şênî dike.

Li gor gerînendeyê navenda tendirustiyê Ridwan Nasir ji ajansa ANHA’yê re ragihandî ku şêniyên navçeya Deşîşa û gundewarên wê daxwaz kir ku navend û saziyên xizmetguzarî dabîn bikin. Ji ber ku herêmên wan li ser sînor e û dûrî navendên bajarên sereke yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Rêveberiya Xweser bersiva şêniyan bi cih anî û gelek navend û sazî tê de ava kirin. Mîna navenda perwerdê, desteya enerjî, komîteya çandiniyê, stasyona paqijkirina avê, Şaredariya Gel û navendeke tenduristî ku xizmetî 30 hezar şênî dike, hatin avakirin. Her wiha 30 hezar şênî li gundên li dirêjahiya sînora Iraqê heta navçeya Şedadê tên belavkirin.

Nasir tekez kir ku navenda tenduristî ya ku di 5’ê Îlonê de hatiya vekirin, gelek nexweş pêşwaz kirin. Tê de alavên bijîşkî yên nûjen hene, fena; alav elektrîk a dil, alava montor, alav Îko û alavên dîtir. Her wiha navend rojan e nêzî 10 rewşên nexweşiyan ji tevahî gundên derdor pêşwaz dike.

Nasir berdewam kir ku di navendê de kadroyên bijîşkî û hemşîre yên ji tevahî pisporiyan hene, da ku xizmetî şêniyan bi şev û roj bikin. Nasir bal kişand ser ku vekirina navendê gelek westan û pere li ser şêniyan sivikkir. Ji ber ku şêniyan rûbereke dirêj dibirî heta ku bigihîjin navendên tendirustî yên li Şedadê yan jî bajarê Hesekê.

Nasir got ku pêwîstiya navendê bi erebeyek embulansê heye, da ku rewşên giran veguhizine  nexweşxaneyên Hesekê. Li rexê jî divê piştevaniya dermanxaneya navendê bi gelek cureyên dermanan, bê kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din