Navenda tedawîkirina nexweşiya penceşêrê tê vekirin

Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo amadekariya vekirina navenda tendirustiyê ya tedawîkirina nexweşiya penceşêrê dike. Beriya niha jî li bajarê Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çav hatibû vekirin. Bi wê re jî barekî mezin li ser şêniyên bajêr û herêma Cizîrê rabû.

Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo amadekariya vekirina navenda tendirustiyê ya tedawîkirina nexweşiya penceşêrê dike. Navenda ku dê ji hêla Desteya Tendirustiyê ve bê vekirina ya yekemîn li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dê nexweşên penceşêrê werin dermankirin. Ji wê  zêdetir jî dê xizmet û piştgiriya tendirustî bê pere pêşkêş bike. Dê li navendê alavên nûjen hebin. Da ku barên lêçûnên madî li ser nexweşan sivik bibe û bê rakirin. Ji ber ku nexweş ji ber tedawiyê neçar dimînin berê xwe bidin derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diçin Şamê û Başurê Kurdistanê.

Şêniya bi navê Zekiya Cuma (50) yê ji bajarê Qamişlo ye û nexweşiya penceşêra pêsîrê pêre ye. Zekiya neçar dimîne ku hercar berê xwe bide Şamê. Zekiya got: “Ez ji bo tedawiyê diçim derveyî herêmê, ev jî astengiyan derdixe. Li rexê jî pirsgirêkên madî yên tedawîkirinê bihane. Dema ku cara yekem min berê xwe da Şamê û hin analîz çêkirin, gelek biha bûn. Di her carê de neçar dimam 200 hezar lîreyên Sûriyê ji bo pereye rû û rûniştinê bidim.”

Zekiya dê careke din ji bo berdewamkirina tedawiyê berê xwe bide Şamê. Ji lew re ji niha ve li ser çawaniya mayîna li bajarê ku kesî nasnake, difikire. Heman demê pereyê rê û mayîna li hotelan, li ser wê bare.

Zekiya kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina nexweşxaneyê wiha got: “Ev pêngaveke guncaw û baş e. Êdî pêwîstiya me bi pêdiviya çûna ji derveyî herêmê nema.”

Sedemên çêbûna nexweşiya penceşêrê

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Herêma Cizîrê Dr.Menal Mihemed got: “Armanca me ya bingehîn, dermankirina nexweşên penceşêrê ne.”

Di van demên dawîn de hejmara nexweşên penceşêrê zêde bûne. Nexweşiya penceşêrê di nava jinan de zêdetir a pêsîrê ye. Di nava mêran de jî ya cigera spî ye. Di vî warî de Dr. Danîş Hac Îbrahîm ê ku macistêr di xwendina bilind a nexweşiyên hundirîn, xwîn û werimandinê de wergirtiye, got: “Di hefteyê de nêzî 40 nexweşiyên penceşêrê pêşwaz dikim. Nexweşiyên penceşêrê di van demên dawîn de zêde bûne. Sedemên vê jî qirêjiya hawîrdor, atmosfêr, bikaranîna erebeyên mazotê li nava bajêr, cihên paqijkirina petorlê yên li nêzî avahiyan, kêmbûna çavdêriyê li ser xwarinên ku tê de reng hene, çixare û alkholê ye.”

Dr.Danîş Îbrahîm got: “Hin nexweşên penceşêrê yên mîrasî hene, anku ji nifşekî derbasî nifşekî dîtir dibe."

Keşfkirina zû  ji sedî 80-90 dibe alîkariya tedawîkirinê

Derbarê çawaniya xeteriya nexweşên penceşêrê de Dr.Danîş Hac Îbrahîm wiha axivî: “Derbaskirina van nexweşiyan mimkune. Lê belê li ser merheleyan e ku keşfkirina wê zû pêk hat. Rêjeya çêbûnê ji sedî 80 heta 90 e. Ew jî heke keşfkirina nexweşiyê zû pêk hat."

Dr.Danîş Mehmûd Hac Îbrahîm bal kişand ser kedên Desteya Tendirustiyê ya vekirina navendekî tendirustiyê ya tedawîkirina nexweşên penceşêr û got ku pêngavekî baş e û dê xizmeta şêniyên herêmê bike.

Dê piştî sê mehan navenda tedawîkirina nexweşiyên penceşêr bikeve xizmetê

Dê Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê navenda tedawîkirina nexweşiyên penceşêrê di 3 mehên dîtir de bi dawî bike. Girêdayî mijarê Menal Ehmed wiha daxuyand: "Di navenda tendirustiyê de dê alavên nûjen, gelek beşên radyolojî, analîz, tedawîkirin bên amadekirin û çavdêriya li ser tedawîkirina nexweşên penceşêrê bijîşkên pispor bin. Her nexweşek hat navendê, dê derman û xizmetên bijîşkî bê pere bin."

Di dawiyê de Dr.Danîş Îbrahîm got: “Pêwîste dewre, semîner û forumên zanakirina şêniyan a şîrovekirina sedemên çêbûna nexweşiyên peceşêrê, bên lidarxistin. Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku sînorekî ji qirêjiya atmosfêrê re bê girtin. Em nizanin dê kengî ev nexweşiya qirêj a bêdeng a nişakan ve ku laşê mirov dixwe û werimînê pêk tîne, çêbibe."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din