Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û yên şer, saziyên xizmetguzariyê û perwerdeyê, navendên tenduristiyê û zeviyên petrolê yên herêmê ji 19`ê Mijdarê ve bombebaran dike.
Di encama wan êrişan de stasyona Siwêdiyê ya navçeya Dêrikê ku kehrebe dida kantona Qamişloyê, di 23`yê Mijdarê de rawestiya.
Wek çareseriyeke demkî navenda kehrebeyê ya Hesekê kehrebeyê dide Qamişloyê.
Hevserokê navenda kehrebeyê ya Hesekê endezyar Selah Hesen got: "Piştî hedefgirtina kargeha gazê û stasyona kehrebeyê ya Siwêdiyê û binesaziya herêmê, kehrebe ji ser herêmên ku kehrebe ji stasyonê digirt, qut bû."
2 jêderên sereke hene ku kehrebeyê didin herêma Cizîrê; ya yekemîn bendava Firatê ya li Reqayê ye ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker av kêm kir, asta wê kêm bû. Ya din stasyona kehrebeyê ya Siwêdiyê ye ku di 23`yê Mijdarê de hat topbarankirin û di encamê de bi temamî rawestiya.
Têkildarî miqdara kehrebeyê ku ji bendava Firatê tê, Hesen got: “Niha derdora 30 heta 35 megawat ji bendavê tê. Li gorî pêwîstiyê li herêmê tê belavkirin.”
Hesen wiha domand: “Sedema sereke ya kêmkirina saetên kehrebeyê li Qamişloyê, rawestandina stasyona Siwêdiyê ye.”
Kehrebe ji kantona Hesekê bi rêya stasyona El Bewab a li ser rêya Reqayê digihêje kantona Qamişloyê.
(şx)
ANHA