Navenda Cemîl Horo kuştina Bariş Çakan şermezar kir

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan bi destê nîjadperestên Tirk ji ber ku li stranên kurdî guhdarî dikir, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Der barê sûcê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan de, Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê bi amadebûna bi dehan endamên navendê, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Endamê navendê Cengvan Heskulek daxuyanî li pêşiya navendê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bariş Çakan ciwanekî Kurd e yê 20 salî ye ku li bajarê Enqereyê li straneke kurdî ji folklorê bav û kalên xwe guhdarî dikir, bi destê hin faşîstên Tirk hat kuştin. Ev bûyer zîhniyeta hikumeta Tirkiyê ya faşîst û serokkomarê wê Erdogan nîşan dide. Li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ku Tirkiyê dagir kirine, demografiya wan herêman tê guhertin û kiryarên wekî diziya şûnwaran, kuştin û gefxwarina li şêniyan bi dayîna bacan, bi rê û rêbazên zordarî û îşkenceyê yên cuda pêk tên.

Ev faşîzma dewleta Tirk bingeha xwe ji zîhniyeta Împaratoriya Osmanî digire ku heta roja îro dewam dike. Li vî welatî guhdarîkirin an bikaranîna çanda kurdî sûc e, xwestina wekhevî û azadiyê sûc e û xwestina aştiyê jî sûc e. Lê belê cîhanê li ser van kiryaran çavên xwe girtine.

Em van sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me û gelên herêmên dagirkirî pêk tîne, şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mafên parastina çanda gelan ên cîhanê dikin ku vî sûcê kirêt şermezar bikin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din