Navenda Çavdêriyê: Di bombebarana li derodora Şamê de 5 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku 5 kes di bombebarana li derdora Şamê de hatine kuştin û jê 2 kes îranî ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 5 kes, di nav de 2 ji Hizbullaha Lûbnanê û Îranê, di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li nêzî bajarokê Eqrebê li herêma di navbera El-Seyde Zeyneb û balafirgeha Şamê ya navneteweyî ya başûrê Şamê de hatin kuştin.

Navendê diyar kir ku endamên Hizbullahê û komên çekdar ên rejîmê ji nasnameyên ne Sûriyê yên li wan herêman in.

Hêzên parastina asmanî yên rejîma Sûriyê di 16`ê Tebaxê de bersiva moşeka li ser bajarê Misyafê yê  rojavayê Hemayê da û tê texmînkirin ku moşek a Îsraîlê be.


Mijarên Din